BI DÎMEN

Koçberên Efrînê: Em li kêleka Hêzên Rizgariya Efrînê ne

Koçberê Efrînê diyar kirin ku Hêzên Rizgariya Efrînê hêviya wan a azadiyê ne û gotin: “Em her dem li kêleka şervanên HRE’yê ne. Operasyonên şervanên me yên li hemberî dagirkeriya Tirk di çarçoveya xweparastinê de ne û rewa ne.”

Kantona Efrînê 6 sal berê li ber çavên cîhanê ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê  vw hat dagirkirin. Piştî dagirkirinê Efrîn wêran kirin û demografiya wê guherandin. Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakiyên bi bandor lidar dixe.

Endamê Meclîsê ya navçeya Til Rifetê Mihemed Henan û welatiyên bi navê Heysem Mihemed û Hesen der barê rewşa Efrînê û HRE’yê de axivîn.

Mihemed Henan bi bîr xist ku di ser koçberbûna me ya ji bajarê Efrînê re 6 sal derbas bûn û got: “Dewleta Tirk a dagirker her roj bomberdûmanên xwe li dijî gelê Efrînê didomîne, armanca wê valakirina herêmên Şehba û dûrxistina xelkê ji bajarê Efrînê ye. Di van demên dawî de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê herêmên Şêrawa û Til Rifat ên ku di eniya herî pêş a dewleta Tirk de ne, bombebaran kirin.”

Mihemed Henan di axaftina xwe de wiha got: “Şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê xelkê bajarê Efrînê ne û soz dane ku bajarê xwe ji hovîtiya terorê rizgar bikin. Hêzên me bi berdewamî operasyonên xwe li kûrahiya bajarê Efrînê dimeşînin û operasyonên wan weke peyamekê ji dagirkeriya Tirk re ye ku ew ê bajarê xwe rizgar bikin. Operasyonên şervanên me di çarçoveya xweparastinê de ne û rewa ne. Çi dibe bila bibe wê Efrîn li xwediyên xwe, kal û pîrên xwe vegere.”

‘EM Ê LI KÊLEKA HÊZÊN XWE BIN’

Henan, weke koçberên Efrînê ew her tim bi şervanên xwe re ne û wiha domand: “Hêzên Rizgariya Efrînê ne hêzeke derve ne, ew xort in û jinên bajarê Efrînê ne û armanca wan a bingehîn rizgarkirina Efrînê ye û rê nadin dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ku hebûna Kurdan ji holê rakin. Em koçberên bajarê Efrînê ya dagirkirî, em ê her dem li kêleka hêzên xwe bin."

ÇETEYÊN TIRK HER ROJ SIVÎLAN DIKIN ARMANC

Welatiyê bi navê Hesen ê ji gundê Keştar ê ser bi herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin û têkildarî pêkanînên dagirkeriyê yên li ser gel, ev tişt anî ziman: “Em ji dema dagirkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve, li vê derê ne. Em rojane rastî binpêkirinên giran ji aliyê artêşa dagirker û çeteyên wê ve tên. Her roj sivîlan dike armanc û li dijî zarok, jin û kal û pîran bê cudahî kiryaran dimeşînin. Divê êdî tu kes li hemberî vê zilma li ser me tê meşandin bêdeng nemîne.”

Welatiyê bi navê Heysem Mihemed ku koçberê bajarê Efrînê yê dagirkirî ye û li navçeya Şêrawa ye û wiha axivî: “Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji dema ku Efrînê dagir kirine, gelek cureyên êrîşan pêk tînin. Kiryarên herî qirêj li dijî koçberên Efrînê yên li herêma Şehbayê pêk tînin. Armanca wan gelê vir koçber bike û ji Efrînê dûr bixe. Ew çi jî bikin em dest ji axa xwe bernadin û em ji vir naçin. Ev der welatê me ye. Wê roj bû em ê vegerin Efrîna xwe.”