Koç: Li gel ku di lîsteya MÎT’ê de navê min heye jî polîsan ez hi
Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç: Ji jêdereke dostê Kurdan ez pê hisiyam ku di lîsteyê de navê min heye. Lê ji bilî vê ti rayedarê ewlekariyê û hikûmetê ez hişyar nekirim.
Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç: Ji jêdereke dostê Kurdan ez pê hisiyam ku di lîsteyê de navê min heye. Lê ji bilî vê ti rayedarê ewlekariyê û hikûmetê ez hişyar nekirim.
ANF’ê duh bi navê ‘Elmanya lîsteya suîkastê ya ’MÎT’ê vedişêre’ nûçeyek weşand. Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç têkildarî nûçeyê got, ‘’Ji jêdereke dostê Kurdan ez hay jê çêbûm ku navê min di lîsteyê de ye. Lê ji bilî vê ti rayedarên ewlekariyê û hikûmetê ez hişyar nekirim’’
Koç diyar kir MÎT ekîbên nû yên suîkastêşandine Elmanyayê.
ANF’ê duh bi navê ‘’Elmanya lîsteya suîkastê ya MÎT’ê vedişêre’ weşandibû. Di nûçeyê de hatibû gotin, di meha Adara çûyî de, misteşara Wezareta Karê Navxweyî yê Elman Emîly çûye Enqerê, wê demê jî lîsteya MÎT’ê hatiye destnîşan kirin lê li gel ku 2 meh di ser re derbas bûne jî ti daxuyanî nehatiye dayin.
Piştî nûçeyê Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropayê (KCDK-E) Yuksel Koç, ji bo ku hewl didin ku lîsteya duyemîn a ku MÎT’ê dayî Elmanya hewl didin veşêrin li djî yekîneyên ewlekariyê yên Elman û hikûmeta Federal helwest nîşan da.
‘TI POLÎS LI MIN NEGERIYAYE Û HIŞYARÎ NEDAYE MIN’
Piştî ku lîste 26’ê Nîsana 2017’an di Komîsyona Navxweyî ya Meclîs Federal de hatiye rojevê, jêdereke pêbawer a dostê Kurdan li wî geriyaye û wiha got:
‘’Dostê me yên ku li min geriyayî got, di lîsteya nûçeya we de navê min jî hebûye û got, ‘’di lîsteya MÎT’ê de ku ji nêz ve wan dişopîne, navê te jî heye, li xwe miqate be’’ Lê ji bilî vî dostî ti yekîneyeke ewlekariyê, polîs an jî rayedarê hikûmetê li min negeriyaye û ez hişyar nekirime.’’
Koç li ser lîsteyê got, ‘’Li gel ku ev çend hişkere me dişopînin jî, hişyarnekirina me ya ji hêla yekîneyên ewlehiya Elman ve hetîketî ye.’’
Koç diyar kir ji ber têkiliyên gemarî yên Hikûmeta Federal a bi Seroktiya Angela Merkel a bi rejîma AKP’ê re bi ser lîsteya navborî de naçin û got, ‘’Bi ser de Elmanya hewl dide ku ser agahiyên di destê me de bixumînin. Di çapameniya Elman de kesek bi ser vê mijarê de naçe’’
Koç her wiha got gelek caran li ser planên suîkastê yên MÎT’ê agahiyên şênber dane yekîneyên ewlehiyê lê tevnagerin û got, ‘’Heke bûyerên weke kuştina sê jinên şoreşger a Parîsê ya 9’ê Çile ya 2013’an çêbibin berpirs wê Elmanya be. Ji ber ku Elmanya ji me bêhtir dizane ku em di lîsteya suîkastê ya MÎT’ê de ne.’’
‘MÎTÊ EKÎBÊN NÛ YÊN SUÎKASTÊ ŞANDINE’
Koç bi berdewamî diyar kir MÎT’ê ekîbên nû yên suîkastê şandiye Elmanya û got, ‘’Têkildarî van ekîbên suîkastê di destê me de agahiyên berbiçav û berfireh hene, di nêz de mê vê bi raya giştî re par ve bikin.’’