Kobaniyan dîwarê şermê şermezar kirin

Kobaniyan dîwarê şermê şermezar kirin

Welatiyên bajarê Kobanê li dijî ‘‘dîwarê şermê‘‘ ku ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve tê lêkirin nerazîbûn nîşan dan û diyar kirin ku siyasetên dewleta Tirk a dijberiya gelê Kurd dewam dike.

Piştî ku dewleta Tirkiyê li ser sînorê Serêkaniyê, Qamişlo û Efrînê yên Rojavayê Kurdistanê dest bi lêkirina “dîwarê şermê” kir. Gelê kurd li Rojava  û Bakurê Kurdistanê nerazîbûn nîşanî dîwarê şermê dan. Welatiyên bajarê Kobanê lêkirina dîwar şermezar kirin û diyar kirin ku siyasetên dewleta Tirk li dijî gelê Kurd dewam dike.

Endamê polît buro ya Partiya Demokrata Kurd Mehmûd Baqî diyar kir ku dewleta Tirk bi avakirina dîwar dixwaze ku iradeya Gelê Kurd li Rojava bişkîne. Baqî da zanîn ku gelê Rojava jibo parastina destkeftiyên şoreşê hemû saziyên xwe yên civakî û leşkerî avakirine û dikarin li dijî hemû êrîşan berxwe bidin.

Welatiyê bi navê Arif  Hebş jî da zanîn ku dewleta Tirik dixwaze ku gelê Bakur û Rojavaya Kurdistan  ji hev qut bike. Lê heta niha biserneketiye û ji niha pêve jî nikare biserkeve.

Melîha Abdula jî diyar kir ku dewleta Tirk siyasetên dijminahiya gelê Kurd dewam dike û avakirina dîwarê şermê jî di çarçova vê siyaseta dijmaniyê de pêk hatiye.

Mamosteyê bi navê Ednad Hesen da zanîn ku bi salan di navbera Bakur û Rojava de sînor û têlên rêsayî hatibûn danîn, lê dîsa jî gelê Kurd ji hev qut nebû. Îro jî kes nikare wan ji hev qutbike.