KNK: Kurd di wê hêzê de ne ku dîktatoriya Esad têk bibin

KNK: Kurd di wê hêzê de ne ku dîktatoriya Esad têk bibin

Konseya Rêveber ya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) 25’mîn salvegera operasyona Enfalê ku rejima Sedam zêdetirî 200 hezaran Kurd qetilkirin nelet kir, da diyarkirin ku, rejima Sûriyeyê ya Kurdan bombebaran dike mehkûmê xirab bûnê ye. KNK’ê aşkera kir ku, gelê Kurd di wê hêzê de ye ku dîktatoriya Esad têk bibe.

KNK’ê têkildarî 25’mîn salvegera operasyona qirkirinê (Enfal) ku rejima Sedam Huseyîn di 14’ê Nîsana sala 1988’an de li dijî Kurdan da destpê kirin daxuyaniyek da û careke din nelet kir.

KNK’ê bibîrxist ku, di dema operasyona Enfalê de li dijî Helebê çekên kîmyewî bikaranîn û bihezaran kes qetil kirin. KNK’e got: “Di salvegera Enfalê de careke din gelê Kurd rastî çekên kîmyewî hat. Rejima Beşar Esad di salvegera Enfalê de li dijî Kurdan li Taxa Şêx Meqsûd ya Helebê çekên kîmyewî bikaranî û komkujî pêkanî. Komkujiyek din jî li gundê Hedad yê Tirbespiyê pêkanî.”

KNK’ê bertek nîşanî bêdengiya Neteweyên Yekbûyî, Yeketiya Ewropayê û saziyên navenetewî yên eleqeder da û diyarkir ku, “Bikaranîna çekên kîmyewî sûcê mirovahiyê ye. Li Kurdistanê hêzên dagirker hertim li dijî Kurdan çekên kîmyewî bikaranîne. Mixabin hertim rayagiştî ya cîhanê bêdeng maye.”

KNK’ê anî ziman ku, “Em komkujiya Enfalê, komkujiya biçekên kîmyewî ya li taxa Şêxmeqsûd û gundê Hedadê bitundî şermezar dikin.” KNK’ê sersaxî li malbatên kesên di komkujiyê jiyana xwe ji dest dane û gelê Kurd da.

KNK’ê wiha berdewam kir: “Beşar Esad jî weke dîktatorê sedsala 21’an li dijî Kurdan çekên kîmyewî bikaranî. Bila bê zanîn ku, tekoşîna şoreşger ya gelê Kurd çar dîktatorên dewletên dagirker yên sedsala 20’an rûxandiye. Vê tekoşînê hevkariya antî-Kurd ya di nava yên Kurdistan dagirkirî de jî têk biriye. Gelê Kurd dê dîktatoriya Beşar Esad ya li Rojavayê Kurdistanê û tevayî Sûriyeyê jî birûxîne û xwediyê wê hêzê ye ku weke sûcdarê sedsalê derxîne dadgeha dîrokê û mehkûm bike.”

KNK’ê destnîşan kir ku, ew sûcên li dijî mirovahiyê têne kirin dê bê bersiv nemînin û bang li NY, YE û saziyên navnetewî yên eleqeder kir ku, li dijî komkujî û bikaranîna çekên kîmyewî bêdeng nemînin.