KNK'ê salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kir

Konseya Rêveber a KNK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî salvegera 35'an a Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kir.

Konseya Rêveber a KNK'ê bi wesîleya salvegera 35'an a Pêngava 15'ê Tebaxê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de zext û zilma cûntaya leşkerî ya 12'ê Îlonê hate bibîrxistin û hate gotin, "Di wê atmosfera dijwar de têkoşîn û berxwedaneke wêrekane hate nîşandan û bi teqandina fîşeka 15'ê Tebaxê ya 1984'ê, banga azadî û rizgariya Kurd û Kurdistanê li seranserê Kurdistan, Tirkiye û Dinyayê careke dî hate îlankirin.

Di wê hemleya mezin û dîrokî de, vê carê Dihê û Şemzîna, bûne meydanên destpêka têkoşîna rewa û meşrû ya çekdarî, li Bakurê Kurdistanê di ber bi dawiya sedsala 20'an de. Bi wê hewildanê ve çirîska şoreşa Kurdistanê îro bû agirekî gur û geş li welat û Rojhilat Navîn. Egîdê egîdan bi komeke şervanên azadiyê dest pê kirin û îro bûne hêzeke mezin ya gerîlla li Kurdistanê û Rojhilata Navîn. Eve bi serê xwe serketineke di prosesa têkoşîn û berxwedana doza Kurdistanê de li bakur. Ev hemle û pêngava 15'ê Tebaxê bila li temamî xelkê Kurd, xelkên Kurdistanê û Rojhilata Navîn pîroz be."

KNK'ê diyar kir ku di salvegera 35. ya 15'ê Tebaxê de jî dewleta Tirk êrişkariya xwe bi hemû rê û metodan didomîne û destnîşan kir, "TC li beramberî hêz, şiyan, berxwedan û têkoşîna xelkê Kurd û hemû Kurdistaniyan ketiye nav eczeke kûr û bi vê hirs û kînê şer û êrişkariya xwe her diçe zêde dike. Di vê kiryara xwe ya dijî mirovî de hemû çek û sîlehên birandina jiyanê bi kar tîne. Ji hewayî, ji bejahî bombeyên jahrê û agirî li ser xelkê me dibarîne. Digel jiyana mirovî, xweza û jîngeha Kurdistanê jî kiriye cehnem. Ji Dêrsimê heta Hekariyê, ji Qersê heta Entabê çu çiya, dol û niwal nehêlan ku bombeyan nebarîne. Dar û daristan sotin, av û derav pangandin û bi çêkirina bend û barajan xelkê xwecih da koçkirin.

Êrîşên TC'ê tenê li bakur nînin, li rojava û li başûr jî berdewam in. Li van herdu parçeyan jî, êrîş dike û herêmê dagir dike. Ji sala derbazbûyî ve li rojava Efrîn, li başûr herêma Bradostan dagir kiriye û vê dagirkeriya xwe roj bi roj firehtir dike. Li van herêman û li seranserê Kurdistanê, bi ruhê 15'ê Tebaxê, berxwedanek xurt û bê hempa tê meşandin."
 
KNK'ê ragihand ku dewleta Tirk vegeriya ye rojên berê yên salên 80'yî û diyar kir, "Dixwaze ku berxwedana xelkê Kurd, bizava rizgarî û azadiya Kurdistanê bifetisîne. Sîstema dad û dadgehê bûye toqa girêdan û esareta têkoşerên Kurdistanê. Dîsa ji berxwedêrên doza Kurdistanê zîndan tejî kirine. Şiddet û îşkenceya ji aliyê polîs û leşkeran ve bûye karekî rûtîn yê jiyanê li ser hemû xelkê Kurdistanê.

Lê belê ev liv û kiryar, ev hemî hewildan pûç û bê binî ne. Kurd, Kurdistanî bi ruh û giyanê 15'ê Tebaxê di nav berxwedan û têkoşîneke xurt de ne. Binketina TC'ê ye. Serketin ya Gelê Kurdistanê ye. 

Bi vê bîr û hizirê em wekî KNK, salvegera 15'ê Tebaxê ya 35. bi dilgermî pîroz dikin, şehîdên şoreşê bi rêz û hurmet bîr tînin, li ber bîranîna wan bejna xwe di tewînin. Çi şehît, çi sax yên ku ev gava dîrokî avêhtine û dane avêhtin, bila silava herî mezin li wan be, em hemî deyndarê wan ne. Em hêvî dikin Gelê Kurdistanê bi ruh û giyanê 15'ê Tebaxê, hemû hêz û şiyana xwe bike yêk, tifaqa navxweyî kamilen pêk bîne û li dijî her reng zulm û zora dagirkeran, têkoşîna azadî û rizgariya Kurdistanê bi ser bêxe û bigihe armanca mezin."