KNK'ê li ser çapemeniya Kurd civînek li darxist
KNK'ê li ser çapemeniya Kurd civînek li darxist
KNK'ê li ser çapemeniya Kurd civînek li darxist
KNK'ê li Hewlêrê li ser rol û kêmasiyên çapemeniya Kurd civînek li darxist. Di civînê de li ser mijara berjewendiyên netewî yên gelê Kurd û ji bo vê jî çapemeniya Kurd çawa dikare bi awayek aktîf vê rolê bigre ser milên xwe, bi awayek berfireh hate nîqaş kirin. Her wiha saziyên çapemeniyê yên Başûrê Kurdistanê ku DAIŞ'ê weke cîhadîst didin nîşandan jî bi awayek tund hate rexnekirin.
Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK)'ê li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê, li ser rol û kêmasiyên çapemeniya Kurd civînek li darxist. Di civînê de bi awayek berfireh li ser rola çapemeniya Kurd a di berjewendiyên netewa Kurd de hate axaftin. Her wiha kêmasiyên çapemeniya Kurd û bitaybet di pêvajoya dawiyê de nêzikatiyên hinek dezgahên çapemeniya Herêma Kurdistanê yên ku çeteyên DAIŞ'ê ne wek terorîst wek cîhadîst dana nîşakirin bi awayek tund hate şermezar kirin.
Di civînê de Cîgirê Serokê Sendikaya Rojnamevanên Herêma Kurdistanê Azad Hemedemîn di axaftina xwe de balkêşand ser giringiya yekbûna saziyên çapemeniyên yên her çar parçeyên Kurdistanê û da diyar kirin ku ji bo gelê Kurd çawa mîna nan û av pêwîstî bi kongreya netewî heye, bi heman şêweyî ji bo çapemeniya Kurd jî pêwîstî bi federasyonekê heye.
Hemedemîn di berdewama axaftina xwe de balkêşand ser 40 rojiya şehadeta rojnamevan Denîz Firat û wiha got; "Em wek Sendikaya Rojnamevanên Kurdistanê, di 17'ê îlonê de li Hewlêrê li Hola Medya ji bo 40 rojiya şehadeta rojnamevan Deniz Firat merasimek ya bîranînê li darbixin. Ji bo vê jî hemû rojnamevan û saziyên çapemeniyê yên Herêma Kurdistanê vedîxwînîn merasîma bîranînê."
Hevseroka KNK'ê Nîlûfer Koç piştî civînê têkildarî naveroka civînê de ji DÎHA'yê re axivî û di axaftinên xwe de dezgahên çapemeniyê yên Başûrê Kurdistanê ku xizmetê ji berwejendiyên netewa Kurd re nakin bi awayek tund rexnekir û dezgahên xizmetê ji DAIŞ'ê re dikin şermezar kir. Koç wiha pêde çû; "Me wek KNK xwest li Hewlêrê li ser rol û kêmasiyên çapemeniya Kurd civînek li dar bixîn. Ji bo vê jî me hemû dezgahên çapemeniyê yên Başûrê Kurdistanê vexwendin civînê. Lê mixabin ew sazî û dezgahên çapemeniyê yên Herêma Kurdistanê ku xizmetê ji berjwendiyên netewa Kurd re nakin beşdarî civînê nebûn. Em wana rexne dikîn. Divîya bû hemû alîyan beşdarbiban."
Koç di berdewama axafitina xwe de balkişand ser aligiriya gelek saziyên çapemeniyê yên Herêma Kurdistanê ji bo DAIŞ'ê û wiha domand: "Li Başûrê Kurdistanê gelek kanal û çapemeniya nivîskî ji rêxistina terorîst ya DAIŞ'ê re xizmetê dikin. Herçendî ku rêxistina DAIŞ li dijî gelê Kurd û tevgera azadiya gelê Kurd hatiye avakirin û heta niha bi hezaran Kurd bi awayek hovane qetil kiriye û hîn ev êrîşên wan yên hovane berdewamin, li ser vê hovitiya wan li gelek welatên cîhanê weke rêxistina terorîst hatiye îlan kirin jî lê mixabin heta niha jî gelek saziyên çapemeniya Başûrê Kurdistanê çeteya terorîst a DAIŞ'ê weke cîhadîst dide nîşandan. Divê Wezareta Rewşenbîrî ya Başûrê Kurdistanê bi awayek ciddî li ser vê mijarê bisekine û erkê xwe bîne cih."
Nûçegihanê DÎHA'yê yê Başûrê Kurdistanê Serdar Îsa jî di civînê de nêrînên xwe yên li nêzikatiyên çapemeniya Kurd ji pêvajoyê re û girtina bûroya DİHA'yê ji aliyê pêşmergeyên PDK'ê ve wiha anî ziman; "Çapemeniya Kurd di yeketiya netewî a gelê Kurd de xwedî rolek mezin û girînge. Piştî derketina çeteya El-Nusra û DAIŞ'ê saziyên çapemeniyê yên xwe bê alî dibînîn, zimanê çêker û erênî sûîstîmal dikin û zimanê dijmintiyê çêdike derdixin pêş. Ev saziyên çapemeniyê û kanalên televizyonê yên Başûrê Kurdistanê ji aliyê aliyên têkildar ve ne hatine şiyar kirin. Li rexmê ku DAIŞ li gelek welatên cîhanê weke rêxistinek ya terorîst hatiye îlan kirin jî lê mixabin gelek kanal û saziyên çapemeniyê yên Başûrê Kurdistanê çeteya DAIŞ'ê ku her roj serê jin û zarokên Kurdan jê dike ne wek terorîst weke cîhadîst binav dike. Herçendî ku saziyên çapemeniyê yên Kurd xwe bê teref jî bidin nîşakirin lê dema mijar bû berjewendiyên gelê Kurd û Kurdistanê divê bi berpirsyartiyên netewî tevbigere. Dibe ku ev saziyên çapemeniyê yên Başûrê Kurdistanê di aliyê bîrdozî û raman de sempatiyan wan ji girêdayî partiyan be lê ya giring ewe ku nasnemeya xwe ya netewî bidin pêş ne nasnameya birdozî."
Îsa têkildarî şêwazê xebata ajansa DÎHA li Başûrê Kurdistanê û girtina wê ji aliyê PDK'ê ve wiha axivî; "Me wek dîha ev uslûbê nûçegihaniyê bikar anî. Lê mixabin ajansa DÎHA ku ji 2004'ê ve li ser berjwendiyên netewa gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê xebatên xwe birêve dibir, beriya niha sê çar meh (19 Gulan 2014) de bêy ku hincet yan jî sedemek were nîşa kirin ji aliyê pêşmergeyên PDK'ê xebatên wê hate sekinandin û qiflek li deriyê ajansa me xistin. Ajansa me ne ajansek ya Başûrê Kurdistanê ye. Navenda wê li Amedê ye. Ji bo ku gelê me yê her çar parçeyên Kurdistanê û dervey welat bûyer û pêşveçûnên li Başûrê Kurdistanê diqewimin bikaribin bişopînin me bûroya xwe li Hewlêrê vekiribû. Lê mixabin deriyê wê hat girtin û şertên xebatê ji destê nûçegihanên wê hate girtin."
Endamê Federasyona Êzidiyan jî di civînê de têkildarî çapemeniya Başûrê Kurdistanê axivî û di axaftina xwe de balkêşand ser politikaya şaş ya hinek kanalên Başûrê Kurdistanê û wiha domand; "Dema ku çeteyên DAIŞ'ê êrîş bir ser Şengalê, pêşmergeyên PDK'ê gelê me yê Êzîdî bê parastin hişt û reviyan. Vê reva pêşmergeyan bi xwe re jenosîtek nû ya Êzîdiyan pêkanî. Me dixwast kanalên Başûrê Kurdistanê van rastiyan bi awayek bê teref bidin nîşakirin. Lê mixabin me ev rastiyane di kanalên Başûr de ne dit. Herwisa her çendî ku çapemeniya Başûrê Kurdistanê ne bêje gerîllayên HPG'e û YJA-Starê pêşî li komkujiyek mezin ya Şengalê girt û singa xwe kirin çeper li hember çeteyên DAIŞ'ê. Gelê me yê Êzîdî jî vê rastiyê hertim dibêje lê em dibêjin ji bo ku berjewendiyên gelê Kurd ne keve talukeyê em wan gotinên wan dibirin. Lê gel dibêje 'çima rastiyên ku em dibêjin û diveşêrin. Bila hemû cihan bizane eger gerilla li hewara me ne hatiban wê bi sed hazaran Êzîdî ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatiban qetil kirin.' Rastî tu car nayên veşartin."
Civîna ku ji aliyê KNK'ê ve hate organizekirin de, Hevseroka KNK'ê Nîlûfer Koç, endamê KNK'ê Firyad Hîranî, nûnerê KNK'ê yê Herêma Kurdistanê Ferhat Doskî, nûçegihanê ajansa DÎHA'yê yê Başûrê Kurdistanê Serdar Îsa (bûroya ajansa DÎHA ya Hewlêrê di 19'ê Gulana 2014'an de bêy ku hîncetek were nîşa kirin ji aliyê pêşmergeyên PDK'ê ve hat girtin û heta niha jî bûro nikare xebatên xwe bimeşîne), Rêveberê Giştî yê Çepemeniya Herêma Kurdistanê Helgûrt Cûndiyanî, Cîgirê Serokê Sendikaya Rojnamevanên Herêma Kurdistanê Azad Hemedemîn, Serokê Hizba Rizgariya Kurdistan Rêkar Ehmed, cîgirê Serokê Medya ya Spî û Awêne, cîgirê serokê Rêxistinên Civakî yên Herêma Kurdistanê, şandeya Kurdên Êzîdî, nûnerên kanalên KNK û NRT'yê û gelek aliyên din beşdarî civînê bûn.