KNK’ê cejna Çarşema Sor pîroz kir

KNK’ê cejna Çarşema Sor pîroz kir

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyeke nivîskî cejna Êzidiyan a Çarema Sor pîroz kir û got: “Em weke KNKê, cejna Çarşemba Sor li civaka Êzdî û tevahiya gelê kurd pîroz dikin.”

Her cejin xwedî nirxekî pîroz e û di nava komên xelkê de stunên bingehîn yên civakbûnê ne. Cejna Çarşemba Sor jî xwedî nirxekî wiha yê taybet e. Ev cejna qedîm dinava  Civaka Êzdî de bi coşeke mezin tê pîroz kirin.

Daxuyaniya KNK’ê wiha ye: “Em weke KNKê, cejna Çarşemba Sor li civaka Êzdî û tevahiya gelê kurd pîroz dikin.

Cejna Çarşemba Sor,  di aliyê dîrokî, civakî û jiyana bi rûmet ya aştiyane de roleke erênî lîstiye.  Cejna Çarşemba Sor, di heman dmeê de xwedî  kevneşopiyek çandî û civakî ya gelê kurd e.

Di vê qonaxê dîrokî de, wateya cejna Çarşemba Sor ya olî, civakî û dîrokî, xwedî derketina li cihûwarên bavûkalan li me teva ferz dike. Herêma me, dinava tevgerek metirsînî de ye.  Gelê Kurd jî di vê qonaxê de, rol û misyonek aştîxwazî û demokratîk girtiye ser milên xwe û pêşengîtiyê dike. Penagavek nû hatiye avêtin.  Ev pengav wê ji bo gelê kurd û  civaka Êzdî jî firsetên mezin derdixe holê.

Gelê kurd,  civaka Êzdî jî di nav de, pêwiste di vê pêvajoya dîrokî û hassas de bi rol û misyona xwe rabe û tevlî pêvajoyê bibe. Di têkoşîna gelê kurd ya şoreşgerî de, mîna her baskê civakê, civata Êzdî jî rola xwe list û hêz da Haraketa Azadiya Kurd. Lê, jib o gighiştina armanca meizn, pêdivî bi têkoşîna şoreşgerî heye.

Civaka Êzdî, di tevahiya dîrokê de rastî gelek êrîş û qirkirinan hat. Li hemberî hewqas êrîşên mezin û koçberiyan jî, nirx û pîroziyên xwe parastine. Cejna Çarşemba Sor jî, li gorî wateya xwe ya afirgerî û destpêka jiyana nû de, di  berxwedanê de bûye sitûnek bingehîn. Di pêşketin û rêkûpêkiya civakî de roleke mezin jî lîstiye. Bûye  xeleka dostanî, hevkarî, aşîtî, biratî û jiyana hevreyî ye dilsoz.

Ev teva encama têkoşîna gelê kurd e û div ê têkoşînê de civaka êzdî jî rol û misyona xwe lîstiye. Bi hêviya ku civaka Êzdî, di slaên werêd e, cejna Çarşemba Sor li ser xaka Kurdistanê,  li cih û warên bavûkalan pîroz bike.

Di vê çarçovê de, em cejna Çarşemba Sor li civaka êzdî û tevahiya gelê kurd pîroz dikin.”