KNK'ê banga tevlîbûna boykota dibistanên pergala Tirkiyeyê kir

KNK'ê banga tevlîbûna boykota dibistanên pergala Tirkiyeyê kir

Komîsyona Ziman û Perwerdeyê ya KNK'ê banga tevlîbûna boykota dibistanên pergala Tirkiyeyê kir û ji malbatên Kurdistaniyan xwestin ku zarokên xwe bişînin sê dibistanên perwerdeya bi zimanê dayikê yên li Amed, Cizîr û Geverê.

Komîsyona Ziman û Perwerdeyê ya KNK'ê der barê boykota dibistanên pergala Tirkiyeyê de, ku îro destpê dike û 3 dibistanên perwerdeya bi zimanê dayikê yên li Amed, Gever û Cizîrê de daxuyaniyek weşand.

KNK'ê bibîr xist ku bi dehan salan e gelê Kurd daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê û bikaranîna zimanê Kurdî weke duyemîn zimanê fermî yê li Tirkiyeyê dike û got, "Lê belê dewleta Tirkiyeyê bi ti rengî xwe nêzîkî vê daxwaza rewa ya xelkê Kurd nake û di polîtîka xwe ya asîmîlasyonîst de rika xwe didomîne. Ji ber vê reftara negatîv û dijmirovî ya dewleta Tirkiyeyê xelkê Kurd jî rika xwe ya li ser daxwaza perwerdeya zimanê dayikê bi dengekî bilind didomîne."

Komîsyona Ziman û Perwerdeyê ya KNK'ê ragihand ku ev demeke dirêj e her sal di dema destpêka perwerdeyê de dibistan hefteyekê tê boykotkirin û bal kişand ser banga Kurdî-Derê ya ji bo hefteyekê neşandina zarokan ji bo dibistanên Tirkiyeyê.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku bi pêşengiya Kurdî-Derê li sê herêmên pîlot ên Kurdistanê li Amed, Cizîr û Geverê sê dibistanên bi perwerdeya zimanê dayikê îro dest bi perwerdeyê dike û wiha hat gotin: "Em weke KNK piştevaniya van herdu aktîvîteyên Kurdî-Derê yên li Bakurê Kurdistanê dikin û bang li xelkê xwe dikin ku hem beşdarî boykotê bibin hem jî zarokên xwe bişînin van sê dibistanên li Amed, Cizîr û Geverê yên xwemal. Bi cih bûn û dest pê kirina projeya van sê dibistanan di warê biryardariya perwerdeya Kurdî de hem wekî mafekî xwezayî hem jî polîtîken gaveke jiyanî ye ku divê di pratîkê da bi serketinî bê bi cih anîn."