KJB: Em xwedî li kêliya azadiyê ya dîrokê derkevin

KJB: Em xwedî li kêliya azadiyê ya dîrokê derkevin

KJB ku bi hezaran jinên tevlî Mîhrîcana Jin a Zîlan bûn silav kir, bang li jinan kir da ku li kêliya azadiyê ya dîrokê xwedî derkevin. KJB’ê her wiha peyama têkoşîna li hemberî nêzîkatiyên mûjilkar û antîdemokratîk ên AKP’ê da.

10. Mîhrîcana Jin a Zîlan, bi peyama Koordînasyona KJB’ê berdewam kir.

Peyam wiha destpê dike.

“Li ser esasê bîranîna Xwedawendaya me ya serketînê Zîlan, bî şîara ‘Jiyan û jiyandina Sarayan’ mîhrîcana ku hûn li dar dixin, bi dilsoziya xwe ya mezin a bi azadî, biryardarî û têkoşîna xwe re silav dikin. Wek bermayên Zîlanan, Sarayan li hemberî bîranîna wan bi rêz û hurmeteke mezin em bejna xwe ditewînin.” Di daxuyaniyê de hat gotin ku pêkanîna xeyalên jiyana azad û hesretên Zîlan û Sarayan wezîfeya tevayî jinan e.

SARA SEKNEKE AZADIYÊ YE

Peyam wiha berdewam dike:

“Ji bo mirov vê wezîfeyê bi serketî pêk bîne pêwîstî bi fêmkirina heqîqeta di Zîlan de tê zîman heye û di vê rêyê de meş esas e. Aştîyeke bi rûmet ku tenê di şer û têkoşîneke mezin re derbas dibe îfadeya wê ya herî berbiçav Rêheval Zîlan e di heman demê de di rêya azadiyê de sekna jineke serketî ye. Ev sekn sekna azadiyê ya di Xwedawendaya Me ya Azadiyê Sara de gihiştiye asta herî jor e.

EM Ê HESABÊ QETLÎAMÊ BI SARABÛYÎNÊ BIPIRSIN

KJB’ê soza hesabpirsîna Qetlîama Parîsê ku nû kir. Di peyamê de got, “Qetlîama Parîsê ya em êşa wê her roj hîn zêdetîr hîs dikin, zehmetî, rîsk û berdêlên pêvajoyê bi awayekî sotîner be jî bi me daye hîskirin. Di vê roja bi heybet a hatina gel hevdu de careke din bi têkoşîn û piştevaniya jinan a di pêşengiya jina Kurd de pêş dikeve de em soza ku bi Sarabûyînê re em ê hesabê Qetlîama Parîsê bipirsin didin.”

Di peyama KJB’ê de tê destnîşankirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîna azadiyê ber bi merheleyeke nû ve veguhestiye û wiha tê gotin: “Gelê me careke din li derdora Rêber Apo bûye yek û di pêşengiya Rêber Apo de daye xuyakirin ku berê xwe daye azadî û rizgariya demokratîk. Ev di heman demê de di şexsê Rêber Apo de asta ku têkoşîna me gihiştiyê sekneke azadiyê ye.”

KÊLIYA AZADIYÊ YA DÎROKÊ

KJB, destnîşan kir ku têkoşîna Rizgariya demokratîk “têkoşeriya Saraya azad e” û bang li gel hat kirin ku li derdora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibin yek.

KJB’ê di peyama xwe de herî dawî wiha got,  “Li ser esasê xeta azadiyê ya mezin a Zîilan û Sarayan em îsal bi bihara jinê re bihara gelan ava bikin. Bi vê bawerî û biryardariyê di pêşengiya Sarayan, Rojbînan û Ronahiyan bi baweriya xwe ya bi têkoşîna azadî û rizgariya demokratîk re, em bang li tevayî jinên dilsozê azadiyê dikin da ku li kêliya em têde ne, li kêliya azadiyê ya dîrokê xwedî derkevin û li ser vî esasî têkoşînê bilind bikin.”