Kî zarokê kê dixapîne?

KÎ CIWANÊ KURD DIXAPÎNE? Ên ku ji bo ku ciwanên Kurd bibin xwe berê wan dide têkoşînê yan ên ku mêjiyê ciwanên Kurd bi Tirkîtiyê dixapîne?

Ji dema ku li dijî dewleta TC ya faşîst li Bakurê Kurdistanê têkoşînê dest pê kiriye û vir ve gotinên ''Hatin xapandin, revandin û birin çiyan', çi qas derew û belge hebin her roj di nûçe, bernameyan de dixebitînin. Demekê bi navê 'Anadoludan Gorunum' hebû, ya ku leşkeran hazir dikir, qelîteya wê kêm bû, derew bûn û ji hêla sextekaran û bêxisletan ve dihatin çêkirin ev bername, niha jî televizyoneke bi navê A Haber ku bi temamî şalavaniya AKP'ê dike, bi heman bêqelîtebûn û bêastbûnê, bernameyên mîna 'Anadolu'dan Goronum'ê çîrokên, ''xapandin û birin çiyê'' çêdikin. Bi ser de xwedêgiravî malbatên 'zarok û ciwanên ku hatine revandin' jî derdixe ser ekranê.

Pir girîng e ku mirov ji nêz ve lê binere bê ka kî kê dixapîne û kî aqilê kê ji rê dibe. Bêyî ku em pir dirêj bikin em rasterast bikevin mijarê wê çêtir be.

Gotin li ser xapandin û hatin xapandinê wiha dibêjin, ''Miro bike ku bixape, bide bawer kirin û qanihkirin''. Li ser xapînokiyê jî tê gotin, ''pergala ku ji bo xapandinê hatiye avakirin''.

Ji van pênaseyan ku mirov bi rê bikeve, dema ku tevgera azadiya Kurdistanê ciwanên Kurd teşwîq û qanih bike ku biçe çiyê, li dijî dewleta mêtinger û qirker a faşîst bide şerkirin xapandin e yan mirov ciwanê Kurd bibe dibistanên mêtingeriyê, mêjiyê wan bi Tirkîtiya ku ti têkiliya xwe re pê re tine, tije bike xapandin e?

Rejîma faşîst a Tirk zarokên Kurdan bi zorê dibe dibistanan, leşkeriyê, dibe ew qas saziyên ku ti têkiliya xwe bi ciwanên Kurd re nîn in, Tirkîtiyê dikin mêjiyê wan, wan ji rastiya wan derdixin û dûr dixin. Mînaka herî jirêzê zarokeke Kurd hê di temenê biçûk de dibe, zimanê wî lê qedexe dike û zorê lê dike ku zimanekî dî biaxive. Bi zimanekî ku ne yê wî ye, dîrok, çand û giyanekî ku ne yê wî ye lê ferz dike û karekterekî ku ne yê wî ye jê re tê çêkirin. Bi kurt û kurmancî, pergala perwerdehiyê  ya faşîst a Tirk, ji bo ku zarokekî Kurd bibe û weke ku Tirkek be wî bigihîne, ma ne divê serî li dereweke mezin bide û bixapîne? Naxwe ma rejîma Tirtîtîparêz a faşîst dikare Kurdekî bike Tirk? Li gel ku ciwanekî Kurd e jî dikare zorê lê bike ku bi Tirkî bifikire? Dikare bike ku li ser rengên ku ne yên wî ne sondê pê bide xwarin? Dikare sirûda netewî ya rejîmeke ku qira wî tîne pê bide xwendin? Van derew û xapandinên mezin ma ne bi hêza mezin a zorê, di vê rewşê de bi hêza dewleta Tirk a faşîst, bi polîs û leşkerên wê, mamosteyan bi ser ciwanên Kurd de dişînin û dikin? Zarokên Kurd dema ku bi ziman û çanda xwe refleksê didin, di pehîn û şeqaman, bi rêbaza navdar a cedwelê wan rajêrî xwe nakin? Gotina 'çi şad e yê ku ji xwe re dibêje 'ez Tirk im' a ji bo ciwanên Kurd tê gotin xapandin e yan dema ku jê re tê gotin divê li welatê xwe û çi li nirxê xwe xwedî derbikeve û biçe çiyê xapandin e? Bi ser de ma ne heman rejîmê bi gotinên 'hebûna min diyarî hebûna Tirk be' xapandina mezin bi zorê li ser zarok û ciwanên Kurd da kirin? Heke mijar xapandin be, xapandina mezin ne ev e?

Belê, bi vê rêyê mêtingerî bi dûrixstina zarok û ciwanên Kurdan a ji rastiya wan, armanc nake ku wan bike Tirk? Projeya çêkirina Tirkan a ji Kurdan bi temamî ne projeyeke xapandinê ye? û heke niha gelek ciwanên Kurd nikaribin bi zimanê xwe biaxivin, dema ku diaxivin jî gelek peyvên Tirkî dixin navê, heke piranî xewnên xwe bi Tirkî dibînin û bi giştî bi Tirkî dinivisînin, li vir mijar ne tam xapandine e? An jî dema ku mirov navê çiya, bajar, çemên welatî biguhere û navên Tirk bide wan, ev ne derew û xapandin e?

Rêbazên xapandin û derewê yên rejîma faşîst a Tirk bi hijmartinê naqedin. Ji ber ku rejîma Tirk rejîma xapandin, derewê ye. Bi ser de, ev rejîma derew û xapandinê ne tenê li ser Kurdan hatiye ferzkirin. Ev rejîma faşîst li ser Ermen, Sûryan, Keldan, Laz, Elewî, Ereb, Mihelmiyan û li ser gelek rengan nehate ferzkirin û ew ji rastiya wan dûr nexistin? Madeya xam a Tirkîtiyê 'biratiya mezin', 'dîndarî û çi qas derew hebin, bi bikaranîna van civak û reng nehatin xapandin?

Bêyî ku em dirêj bikin; heke îro rejîmeke derew û xapandinê hebe, ev jî ew rejîma bi navê Komara Tirkiyê ye.

Bi rengekî berbiçav; ji mêj ye, yek ji bavê Tirkîtiyê Ziya Gokalp ev tespît kiriye: ''Li gorî psîkologan jiyana me ya eslî ya hîsan e, jiyana me ya ramanê jî bi ser wê de hatiye berdan. Ji bo ku giyanê me bi rewşa normal be divê ramanên me bi hîsên me re li hev bin. Zilamekî ku ramanên wî li hîsên wî nayên û xwe naspêrin ser, ji hêla giyanî ve nexweş e''.

Li gorî van tespîtan zarokên Kurd ên li dibistanên Tirkan tenê têne nexweşkirin. Ma ne diyar e kesên ku ne yên xwe bin, ne xwe bin wê bibin yên hine dî û li xwe xerîb bin? Diyar e, kesên ku wiha bin jî ji hêla giyanî ve wê têk biçin û nexweş bikevin.

Heke em bala xwe bidinê li dibistanên TC'ê di serî de zarokên Kurdan, çi qas reng û baweriyên dî hebin li ser hemûyan ramanên ku ne yên wan e, têne ferzkirin. Zarokekî ku ji hêla hîsan ve Kurd û ji hêla ramanê ve Tirk dikare jiyaneke rast bijî? Dikare li bara xwe, il bara civaka xwe û li bara mirovahiyê bibe mirovekî rast? An jî ciwanekî ku hîs û ramanên wî ji hev cuda bin dikare bibe xwe?
Em bi Ziya Gokalp ku mîna bavê Tirkîtiyê tê hesabkirin bidomînin: ''Mirov hîsên xwe yên herî jidil dema terbiyeya destpêkê hîn dibe. Hê di dergûşê de, bi lorîkên ku bihistî dikeve ber bayê zimanê xwe. Ji ber vê ye ku em herî pir ji zimanê xwe hez dikin. Hemû hîsên me yên ku giyanê me ava dikin, ên mîna dîn, sinc û xweşikiyê bi rêya zimên em distînin. Ma ne jixwe hîsên sosyal ên giyanê me, ne ev hîsên dîn, sinc û xweşikiyê ne? Di zaroktiyê me ev ji kîjan civakê standibe, li gel ku pêkan e ku em derfeteke mezintir de  bijîn jî, em hejariya li nav civaka xwe tercîhî wê dikin. Ji ber ku ev hejariya li nav dostan ji dewlemendiya nav biyaniyan bêhtir mirov şad dike. Zewq, wijdan, biwêjên me ji wê civakê ne ku em di nav de dijîn û me terbiya xwe jê standiye. Em tenê di nav wê civakê de dikarin li dengvedana wê guhdar bikin.''

Baş e, çima hûn van hîs û zewqan bi zimanê xwe, bi toreyên xwe dijîn lê Kurd çima wê bi ziman, urf û edetên we bijîn? Yan jî dema ku ciwanên Kurd ji wan dibistanên we yên ku we ji bo ku hûn wan bi zimanê xwe perwerde bikin û terbiye bikin, têne standin û ji bo ku bi zimanê xwe û bi terbiyeya xwe werin perwerdekirin dişînin çiyan çima têne xapandin?

Hûn li gel ku bi zimanê xwe, bi lorîkên xwe mezin dibin çima Kurd nikaribin bi zimanê xwe bi lorîkên xwe mezin bibin? An jî çima bi zorê dixwazin ciwanên me werin dibistanê we yên ku we ew kirine cihê Tirkîtiya qelp? Yan jî, çima ciwanekî Kurd divê bibe Tirk? Ciwanekî Kurd dema ku bixwaze bibe Kurd, dema ku bixwaze bi rengê xwe yê Kurd bijî û bi bi rengê xwe yê Kurd bixwaze bifikire, hem jî bi azadî, ev çima dibe sûc?

Em bêyî ku dirêj bikin, tenê pirsekê bikin: KÎ CIWANÊ KURD DIXAPÎNE? Ên ku ji bo ku ciwanên Kurd bibin xwe berê wan dide têkoşînê yan ên ku mêjiyê ciwanên Kurd bi Tirkîtiyê dixapîne?
Xapandin ew e ku mirov ciwanên Kurd bibe çiya, bike ku rastiya xwe bijîn, wan perwerde bikin da ku nirxên ji wan hatî standin bi paş ve bistînin yan xapandin ew e ku mirov ciwanên Kurd di dibistanên asîmîlasyonê de bike Tirk?

Bi wê gotina we ya meşrûr, ''Ji qetranê şekir nabe, esl û fesla wê çi be li wê tê'', tişta ku rejîma li ser xapandin û derewê ava bûyî bike tenê derew û xapandin e. Bi kurt û kurmancî, raman mirov çi be, çalakiya wî jî ew e.