Kevirê ku polîsan avêt kêm mabû kor bike
Kevirê ku polîsan avêt kêm mabû kor bike
Kevirê ku polîsan avêt kêm mabû kor bike
Yek ji xwendekarên ku di bûyerên 1’ê Gulanê ya li Taksîma Stenbolê di encama êrîşa polîsan de birînar bû, xwendekarê beşa Civaknasî ya Zanîngeha Îstanbûlê Berkay Ustabaş bû. Polîsan kevire avêtin Ustabaş ê ku tevlî çalakiya ji bo karker û kedkaran bibû û kêm mabû ku çavê wî yê rastê kor bikin. Ustabaşiyê ku berçavka wî şkest û retînaya çavê wî qetiya, gava rakirin nexweşxaneya SSK ya Okmeydanê li wir jî li rastî astengiya polîsan hat. Polîsên sivîl ku firsendê nedan mûaneya bijîşkan jî, aşkere bû ku li ber çavên bijîşkan Ustabaş kişandine lêpirsînê.
Berkay Ustabaş, jî weke hemû hevalên xwe yên karker, kedkar û xwendekar, roja 1’ê gulanê tevlî pîrozbahiya 1’ê Gulanê ya li Şîşliyê bibe. Ustabaş jî di nava xwendekarên din ên zanîngehê de cih digirt. Di carekê de li rastî mudaxeleya dijwar a polîsan atin. Ustabaş ku bû hedefa bombeyên gazê û ava şid, xwest xwe bigihîne cihek bi stare. Polîsek ku 3 metre jê dûr bû, kevir avêt wî. Berçavka Ustabaş şkest û ser û çavên wî di nava xwînê de ma. Hevalên wî yên xwendekar xwestin wî bigihînin nexweşxaneyê, lê li rastî astengiya polîsan hatin.
LI SER SEDYEYÊ LÊPIRSÎN Û LÊGERÎN
Ustabaşê 20 salî, tiştên ku hatine serê wî wiha ved dibêje: “Gava em diçûn nexweşxanaya Şîşlî Etfalê, her çendî polîsan dizanîn ez birîndar im, lê dîsa jî em rawestandin. Nehiştin em biçin. Piştre em ketin kolanan û me taksiyek girt û em çûn nexweşxaneya SSK ya Okmeydaniyê. Polîsan heta beşa lezgîn a nexweşxaneyê e şopandin. Ez li ser sedyeyê bûm, di nava destê bijîşkan de bûm, polîs hatin û lêpirsîn kirin. Bijîşk matmayî bûn. Piştre polîsan ji min re got ‘binêrin kevirê hevalên te avêtine li te ketiye û te birîndar kiriye. Hûn bi xwe ziyanê didin xwe’. Lê min got ne hevalên min ez birîndar kirime, min got polîsan kevir avêtine.
‘ARTÎSTNO EM Ê WE HEMÛYAN YEK BI YEK KOM BIKIN’
Li vir jî min rehet bernedan, her çendî min diyar kir ku ez dixwazim bêm dermankirin, lê dîsa destûrnedan. Piştre gotin tenê bijîşk dikarin wî derbixin, qîr dan û bi ser min dehatin. Her çendî bijîşk û xebatkarên nexweşxaneyê jî xwestin polîsan ji odeya mûaneyê derbixin, lê dîsa jî xwestin bandorê li bijîşkan jî bikin. Ji ber nerazîbûnên hevalên min, polîs neçar man derbikevin. Piştî derketin gef li me xwarin û gotin ‘artîstno em ê we hemûyan yek bi yek kom bikin.”
Ustabaş da zanîn ku retîna çavê wî yê rastî qetiyaye û 4 kêlî li ser çavê xistine û gto: “Bijîşk ji min re dibêjin tu gelek bi şans î, tu hema ji korbûnê rizgar bûyî.”