Ketin mala Eren Kesîn, gef xwarin!
Kes an jî kesên nenas ketin mala Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn û peyamên gefxwarinê li pey xwe hiştin.
Kes an jî kesên nenas ketin mala Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn û peyamên gefxwarinê li pey xwe hiştin.
Desthilatdariya AKP-MHP hîn jî Kurdan û hêzên mûxalîf dike hedef. Bi hedefnîşandanê re gef jî êdî di asteke bilind de tên xwarin.
Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ragihand ku kes an jî kesên nenas ketine mala Hevseroka Giştî Eren Keskîn.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku roja 16'ê Hezîrana 2020'an ketin mala Keskîn a li Maltepe ya Stenbolê, weke ku dizî hatiye kirin nîşan dane, eşyayên li malê ji hev xistine û bêyî ku tiştekî bi xwe re bibin ji malê derketine.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li gorî lêkolîna destpêkê kes an jî kesên ketin malê gulîskek ji cihê wê rahiştine, danîne ser maseya li salonê û bi vî rengî hewl dane peyamê bidin."
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bûyer ne bûyereke ji rêzê ya diziyê ye û hate gotin, "Eren Keskîn wijdanê me hemûyan e."