Keskîn: Dayikên Kurd ên kal û nexweş di qawîşên germahiya 40 pileyê de tên ragirtin

Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn a ku serdana sê dayikên Kurd ên li Girtîgeha Tîma M a Êlihê tên ragirtin, kir û wiha got: “Tevî ku hemû jî nexweş in û pirsgirêkên wan ên tenduristiyê hene, di qawîşên germahiya 40 pileyê de tên ragirtin.”

LI GIRTÎGEHAN ÊŞKENCE

Li gundê Bilêxşê yê girêdayî navçeya Kercews a Êlihê 22’yê Hezîranê operasyon hate destpêkirin. Piştî operasyonê 9 kes hatin binçavkirin û piştre hatin berdan ku di nav van kesan de dayikên Kurd jî hebûn. Piştî îtîraza dozger 13’ê Tîrmehê 9 kes dîsa hatin girtin. Ji bo dayikên ku piraniya wan nexweş in, Parlamentera DEM Partiyê Zeynep Oduncu pêşnûmepirs da. Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç wiha bersiva pêşnûmepirsê da: “Li Wezareta me di xisûsa pêşnûmepirsê da daneyên bi hûrgiliya îstatîstîk nînin.” Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn serdana Girtîgeha Tîpa M a Êlihê kir ku 3 dayikên Kurd lê tên ragirtin. Eren Keskîn ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku dayik di cihê ketina girtîgehê de rû bi rûyê ferzkirina lêgerîna tazî man û di bin şert û mercên pir xirab de tên ragirtin.

‘CIL Û BERGÊN DAYIKAN JI BER KIRINE Û DI CÎHAZA X RAY DE DERBAS KIRINE’

Keskîn destnîşan kir ku ev dayikên Kurd kal in û pirsgirêkên wan ên tenduristiyê hene û bal kişand ku ji van dayikan Emîne Kaya rapora xwe ya ji sedî 71 astengdar heye. Keskîn destnîşan kir ku dayikên ku di cihê ketina girtîgehê de rû bi rûyê lêgerîna tazî mane, ji êşkenceyê pir bandor bûne û ev tişt bilêv kir: “Bi zorê cil û bergên wan ji ber kirine û di cîhaza X Ray de derbas kirine. Dema me serdana wir kir, dayikan got, ji ber ku kiryareke bi vî rengî li wan hatiye ferzkirine ew pir şerm dikin û pir xemgîn in.”

‘HEFTEYÊ CAREKÊ AV DISTÎNIN, EW JÎ TÊRÊ NAKE’

Keskîn ragihand ku dayikên ku pirsgirêkên wan ên tenduristiyê hene, di şert û mercên pir xerab de tên ragirtin û wiha pêde çû: “Di germahiya 40 pileyê de çi amûrên sarkirinê nînin. Hefteyê carekê dikarin ava vexwarinê bistînin û ev av jî têrê nake, ji ber ku pir germe.” Keskîn serdan 2 zarok û 4 jinên ciwan ên ji ber govenda Kurdî hatine girtin jî kir ku ev bi her sê dayikan re li heman girtîgehê tên ragirtin. Keskîn anî ziman ku beriya girtinê stranên nîjadperest bi her du zarok û 4 jinan dane guhdarkirin û ew jî bi dayikan re di nava heman şert û mercî de tên ragirtin.