Kesên di êrîşa çeteyan de birîndar bûn hatin binçavkirin
Kesên di êrîşa çeteyan de birîndar bûn hatin binçavkirin
Kesên di êrîşa çeteyan de birîndar bûn hatin binçavkirin
Li Stenbolê polîsan, li taxên Gulsuyu, Gazî û Okmeydani bi ser 60 navnîşanî de girt. Di serdegirtinan de kesên birîndar bûne jî heyî gelek kes hatin binçavkirin.
Li taxa Gulsuyu ya çeteyan êrîşê gel kirin de piraniy awan endamên ESP’ê bi giştî 11 kes hatin binçavkirin.
Navê kesên hatine binçavkirin;
“serokê navçeya ESP’a Malteyê Zelal Armutlu, endamên ESP’ê Ekîn Saygili, Ozlem Yigît, Serkan Okatan, Şafak Aykan Şîmşek, Mustafa Kapar, Cebraîl Gunebakan, Firat Îşsever û ji Eniya Gel Emîne Cansever, Muharrem Zengîn hatin binçavkirin. Cebraîl Gunebakan û Aykan Şîmşek di meha tebaxê de ji aliyê çeteyan hatin birîndarkirin.
Adanan Boyraz dema li mala wî lêgerîn didomiya, hat hînbûn ku Boyraz jî dê bên binçavkirin. Li taxa Gulsuyu ablukaya polîsan didome. Hêj li gelek malan lêgerîn didome. Hat hînbûn ku kesên hatine binçavkirin birin Şaxa Têkoşîna bi Terorê ya Midûriyeta Polîsan.
LI GAZÎ SERDEGIRTINA HELÎKOPTERÊ
Li taxa Gazî ya Sultangaziyê ji aliyê polîsên TMŞ’ê ve bi ser gelek malan de hat girtin. Hat hînbûn ku binçavirin di çarçoveya operasyonê de pêk hatiye.
Di serdegirtina Komeleya Gelan a Sarigazî de lêgerîn didome, Guner Gundogdu hat binçavkirin.