Kesekî din ji gaza bombeyî jiyana xwe ji dest da

Kesekî din ji gaza bombeyî jiyana xwe ji dest da

Serdal Kadakal di protestoyên ev 3 roje li Kadikoy a Stenbolê didome de rastî gaza polîsan hat keyrana dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.

Kadakal ku  xwediyê cihê konserê yê bi navê Shaft Bar ya li Kadikoyê bû, hem li mala xwe û hem jî li cihê kar maruzê gaza bombeyî ya polîsan hat. Kadakal ji ber ku nexweşiya dil pê re hebû û pîl di dilê wî de hebû, her tim gazinca xwe ya ji ber gazê dianî ziman.

Kadakal ku tevli çalakiyan nedibû û ji ber ku cihê karê wî li wir bû rastî gazê hat duh êvarê saet di 23.09’an de keyrana dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Kadakal li nexweşxaneya Kadikoy Şifa ligel hemû hewldanan nehat xilaskirin.