Kesek nemaye ku di bin çavan de lêdan nexwariye!
Kesek nemaye ku di bin çavan de lêdan nexwariye!
Kesek nemaye ku di bin çavan de lêdan nexwariye!
Aşkere bû ku hema bêje 60 kesên di encama bûyerên 1’ê Gulanê ya Stenbolê de hatin binçavkirin û veguhestin dadgehê ji destê polîsan lêdan xwarine. Parêzer Ramazan Demîr ku bi Yekîneya Destlêwerdana BûyerêN Civakî ya Midûriyeta Ewlekariyê ya Emniyeta Stenbolê re hevdîtin kir diyar kir ku ji kesên hatin binçavkirin kesên ku lêdan nexwarine nemane.
Rûyê terora polîsên Tirk a roja 1’ê Gulanê li Taksîmê bi bîlançoyê hate dîtin, lê aliyê wê yê nedixuya jî li emniyetê hate dîtin. Parêzer Ramazan Demîr ku pêvajoya sê rojan a binçavkirinê dişopand, diyar kir ku ew çûye serdana kesên di bin çavan de, her kesên ku wî hevdîtin pêre kirine ser û çavên wan reş û şîn bûn. Demîr destnîşan kir ku yek ji vana xwendekar Ersîn Alpaslan ê ku amadekariya zanîngehê dikir bû. Demîr got: “Gava min bangî wî kir ser û çavên wî werimîbûn, reş û şîn bûn. Gava li Çaglayanê dimeşiya, di carekê de 5 polîsên sivîl dor lê girtine û êrîş kirine. Bi copan li her derên wî xistine û serê wî li dîwar dane.”
BINÇAVKIRINÊN PÊKENOK
Tiştên ku di bin çavan de hatin serê xwendekarê pûla çaremîn a beşa Aborî ya Zanîngeha Îstanbûlê Volkan Boyraz helwesta keyfî ya polîsan radixe ber çavan. Prz. Demîr bûyera trajedîk-komîk a di bin çavan de wiha vegot: “Gava Volkan li Mecidîyekoyê ji ber bombeyên gazê direviya, wesayita polîsan rê lê girt. Polîsên sivîl ên ku ji wesayitê peyar bûn, têr lê xistine. Kî dikeve ber çavên polîsan binçav dikin. Di rê de pêşî du ciwanan binçav dikin. Piştre jî ciwanek din di rê de binçav kirin û li wesayitê siwar kirin. Piştre polîsek dibêje ‘bes e êdî, cih nema em nikarin nefes bistînin’, polîsan rêya xwe berdewam kir. “
GOT TELEFONA MIN WINDA BÛYE HAT BINÇAVKIRIN
Jixwe tiştên ku hatine serê karkera kargehê ya bi navê Songul Gorgu (32) sosret in. Gava li Mecîdiyekoyê bi telefonê diaxivî, li rastî destwerdana polîsan a dijwar tê. Gav ji ber ava şid direve, di rê de telefona xwe winda dike. Piştre ji bo telefona xwe vedigere û ji polîsan alîkarî dixwaze. Polîs jî dibêjin telefona wê bi wan re heye, lê heta destûrê ji amîrê xwe wernegirin, nikarin telefona wê bidin û bi vî awayî Gorgu dibin navenda polîsan. Piştre Gorgu li wir binçav dikin.