Kesê li Bûrsayê birîndar bû mir

Kesê li Bûrsayê birîndar bû mir

Li bajarê Tirkiye Bûrsayê nijadperestên Tirk êrîşê BDP’yiyan kir û di dema bûyerê de gulleyek li serê Îlker Kaya ket û birîndar bû. Kaya piştre jiyana xwe ji dest da.

Li navçeya Yildirim a Bûrsayê, roja 28ê cotmehê komek nijadperestên Tirk êrîş BDPê kirin. Di dema bûyeran de Îlker Kaya birîndar bû û duh di nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Îlker Kaya yê 31 salî du piştî merasimekê şandin warê wî.

Piştî ku endamên BDPê li Bûrsayê greva birçîbûnê dan destpêkirin, nijadperest û faşîstên Tirk êrîş wan kirin û piştî bûyerên 3 roj berdewam kir, polîsên Tirk 12 endamên BDPê girtin.