Kemalbay: Eger hevdîtin bi Ocalan re neyê kirin wê kaos pêk bê

Di çarçoveya kampanyaya HDP’ê de Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay hate Êlihê û têkildarî rewşa Ocalan AKP hişyar kir.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya kampanyaya "Em ranewestin, faşîzmê rawestînin" xebatên xwe dewam dike. Rawestgeha HDP'ê ya dawî Êlih bû û bi beşdariya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay, Berdevka Meclisa Jinan Besîme Konca, Serokwekîlê Komê Ahmet Yildirim, parlementer Kadrî Yildirim, Saadet Becerîklî û Mehmet Alî Aslan û rêveberên HDP'ê li ber avahiya partiyê li hev civiyan.

Kemalay bal kişand ser Rewşa Awarte û da zanîn ku li herêmê rewşa awarte heye û aşkera kir ku siyaseta herêmî felç bûye. Kemalbay bal kişand ser kesên ku tev li daxuyaniyan dibin û cezayê pere li wan tên birîn jî û da zanîn ku kesê tev li çalakiyên demokratîk dibin, ji derveyê zextên dewletê yên fîzîkî, cezayê peran jî li wan tên birîn. Kemalbay di axaftina xwe de talana li Heskîfê jî bi bîr xist û piştrast kir ku li Heskîfê komkujiya çand û dîrokê tê kirin.

Kemalbay destnîşan kir ku cinayetên kar ne qeder in û ji malbata karkerê madenê Sidik Kabak ê 18 salî re jî sersaxî xwest. Kemalbay tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em AKP'ê hişyar dikin. Divê demildest hevdîtina bi Birêz Ocalan re bê sazkirin. Ji bo pêşî li van nûçeyên qirêj bê girtin, divê heyetek biçe Îmraliyê. 2 sal e agahî ji Ocalan nayê girtin. Berê jî nûçeyên wiha di çapemeniyê de hatibûn belavkirin. Divê ev nûçeyên dibin sedema kaos û gengeşiyê bên bi dawîkirin. Bila hikumet peywira xwe bîne cih."

Piştî axaftinan li girse derbasî navenda Êlihê bû û wekîlên HDP’ê Besîme Konca, Ahmet Yildirim û Mehmet Emîn Aslan derbasî navçeya Hezoyê bûn û tevahiya rojê esnaf ziyaret kirin û bi gel re hatin gel hev. Gel di serlêdanê de aşkera kir ku ev hevdîtin gelekî girîng in, lê ev li dijî pergala heyî gelekî kêm e, divê berxwedaneke topyekun bê rêxistinkirin.