Kemalbay: Danişîna Demîrtaş û Yuksekdag AKP tirsand
Hevseroka HDP’ê Serpîl Kemalbay got astengkirina kesên ku dixwestin tevlî danişîna Demîrtaş û Yuksekdag bibin, nîşana tirsê ya AKP’ê ye.
Hevseroka HDP’ê Serpîl Kemalbay got astengkirina kesên ku dixwestin tevlî danişîna Demîrtaş û Yuksekdag bibin, nîşana tirsê ya AKP’ê ye.
Li Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo danişîna Hevserokên Girtî Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag a ku li Enqerê hate dîtin daxuyaniya çapameniyê hate dayin.
KEMALBAY: BI HEZARAN KES GUH NEDAN ASTENGIYAN
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay di daxuyaniya çapemeniyê de axivî, bal kişande ser astengiyên roja danişînê ya 6-7’ê Kanûnê ya Hevserokên HDP’ê Demîrtaş û Yuksekdag û got, ‘’Ev nîşana wê ye ku rejîma AKP-Qesrê çi qasî ji gelê me ditirse. Ji parastina Hevserokên me ditirsin. Em malovaniya li gelê xwe, şandeyên biyanî û kedkarên çapemeniyê dikin ku ji bo ku tevlî van danişînan bibin kedeke mezin dan. Bi hezaran kes li gel astengiyan jî bi me re bûn.
Ev ne dozeke hiqûqî ye. Bi temamî operasyoneke siyasî ye. Astengkirina siyaseta demokratîk û helwesta derhiqûqî ya rejîma AKP-Qesrê ye. Di nav çarçoweya çareseriya demokratîk de a ji bo doza Kurd a li Tirkiyê piştî ku hate gotin ‘mitebeqata Dolmabahçeyê nîn e’ mudahele li HDP’ê kriin. Ev pêvajoye ku weke hiqûqî tê pênasekirin, hewldaneke ne hiqûqî ye ku pê Hevserokên me, parlamenterên me û parîparêzên me girtin û parlamento ji nû bi vê dîzayn kirin. Rejîma Erdogan ji bo ku doza Kurd biçewisîne û daxwazên demokratîk tine bike êrîş bi ser partiya me de anî û bi hezarên endamên me girtin.’’
‘PÊVAJOYA DARBEYÊ YA REJÎMA AKP-QESRÊ’
Kemalbay bi domdarî got, ji raya giştî re dibêjn, ‘Selahattîn Demîrtaş ji ber ku neçû dadgehê hate girtin’ lê ev 400 roj in Demîrtaş dernaxînin dadgehê, duh jî neanîn. Ditirsin ku Demîrtaş were wir û wan darizîne. Pir watedar e ku cihê darizandinê Sîncan hatiye hilbijartin. Weke hêja Yuksekdag gotî Sîncan darbeyan bi bîr dixe. Li wir hêwanek heye ku ji bo FETO’yıyan darizînin hazir kirine lê tê xwestin ku hevserokên me li wir darizînin. Ev nîşana darbeya sivîl e ku rejîma AKP-Qesrê daye destpêkirin.’’
‘WÊ BI GEŞKIRINA MUXALEFETÊ BI ENCAM BIBE’
Kemalbay bi domdarî got, ‘’Em dubare dikin, ev doz ne dozên hiqûqî ne. Parçeyek ji pêvajoya tasfiyekirina siyasî ye. Ne bi hiqûqê lê bi geşkirina muxalefeta civakî wê bi encam bibe.’’
‘BERXWEDANA ME DIDOME’
Kemalbay bal kişande ser rewşa derhiqûqî ya darizandina hevserokan û got, ‘’Derhiqûqî didome, wesaYeta li ser darazê didome. Li dijî vê partîparêzên me jî berxwedaniya xwe didomînin. Partiya me li ser piyan e. Em ê vê têkoşînê bi dostên xwe re geş bikin.
Danişîna Selahattîn Demîrtaş taloqî 14’ê Sibatê bû. Hezkiriyê gelan Demîrtaş wê bi têkoşîna gelên me pêk were.’’
PARÊZER KARAMAN BEHSA NEHIQÛQIYÊ KIR
Parêzerê Demîrtaş Mahsûnî Karaman jî got li ser Demîrtaş 100 fezleke hatine amadekirin, 63 ji van bûne doz û got, ‘’Ji bo her fezlekeyê îdîanameyek hazir kirin û dosyayek dozê hazir kirine. Ji wan dozên ku bê girtî tê darizandin ti ceza nîn e, em tiştekî wiha hêvî nakin. Li ser 4’an ji wan bereat dan, biryara ketinê ya yekê ji wan dan. Dosyayek heye ku pir balkêş e û nîşan dide bê ka çawa li meselê dinerin; dadgehê bêyî ku Birêz Demîrtaş celb bike bereat kir. Wateya vê ev e; bêyî ku hewceyî bi parastinê jî bibînin bereat da.’’
Karaman got ji dosyaya ku Demîrtaş pê hatiye girtin a herî berfireh a derbarê KCD’ê û bûyerên 6-8’ê Cotmehê ye. Selahattîn Demîrtaş bi 6-8’ê Cotmehe re bi twîteke ku ji Navenda Giştî ya HDP’ê hatî avêtin tê têkildarkirin. Heke hûn bibêjin di dosyaya 16 klasorî de çi heye, bûyerên 6-8’ê Cotmehê.
D klasora KCD’ê de axaftin hene. Ji bilî vê tiştekî ku bi Selahattîn Demîrtaş re têkildar bikin nîn e.
Ango di wê klasorê de ku duh li pişt şandeya dadgehê bû derbarê Demîrtaş tiştekî ku mirov pê bigire nîn e.’’
BAŞARAN: DARAZ Û DESTHILATDARÎ SÛC BI HEVKARÎ SÛC DIKIN
Endama Rêveberiya Desteya Navendî Ayşe Acara Başaran jî got dosyayên Demîrtaş û Yuksekdag ji hev ne cuda ne, dosyayên siyasî ne û yên ku li hêwana dadgehê dibêjin sûc didarizînin bi hevkariya desthilatdariyê û darazê sûc dikin.