Keleha berxwedana jinan Efrîn bû Newroz

Newroza vê salê ne Newroza şahiyê bû Newroza berxwedanê bû. Gelê Kurd her li derê Newroza xwe bi peyama berxwedana Efrînê pîroz kir. Şervanên azadiyê li çar beşên Kurdistanê Newroza xwe bi berxwedanê pîroz kirin.

21’ê Adarê Cejna gelên Arî Newroz mizginiya destpêka biharê ye. Bihar jî ji aliyê vî gelî ve weke azadiyê tê dîtin. Ji bo vî gelî jî azadiyê civakê tê wateya azadiya jinê. Newroza sala 2018’an bi ruhê Efrînê û bi vî awayî hat pêşwazîkirin. Îro li Efrînê berxwedaniyeke bêhempa tê dayîn. Berxwedaniya li welatê me tê dayîn peyam dide hemû cîhanê ku weke gelê Kurd em dîrokekê de ne bi xetên zêrîn û bi xwîna qehremanan dinivîsînin. Newroz kevneşopeke Kurdan e û ji bo gelê Kurd tê wateya roja cejnê, weke roja vejîna biharê û weke roja berxwedanê. Ji ber ku gelê Kurd ji dîrokê û vir ve her tim ji aliyê dagirkeran ve êrîş hatiye ser lewra Newrozê weke roja têkoşîn û berxwedanê digre dest. Ji ber vê bi mîlyonan Kurd radibin ser piyan û bi yek dengî bang dikin ku ‘berxwedan jiyan e.’

Gelê Kurd îsal bi ruhê berxwedaniya Efrînê Newrozê pêşwazî kir. Çawa ku gelê Kurd 2718 sal in Newrozê pîroz dikin û li her derê agirê Newrozê bilind dikin. Li çar beşên Kudistan Newroz bi vî awayî tê pêşwazîkirin. Newroza vê salê ne Newroza şahiyê bû Newroza berxwedanê bû. Gelê Kurd her li derê Newroza xwe bi peyama berxwedaniya Efrînê pîroz kir. Şervanên azadiyê li çar beşên Kurdistanê Newroza xwe bi berxwedaniyê pîroz kir. Gelê me li Kurdistanê û derveyî Kurdistanê berxwedaniya xwe li qadan û bi agirê Newrozê nîşanî tevahî cîhanê da. Bêguman gelê Kurd tenê bi roja Newrozê nemîne û wê her roja xwe îro pêv berxwedan be. Di roja Newrozê de peyama ku wê Kurd dijî faşîzmê eniya xwe berfireh bike derket holê.

Ji ber ku berxwedaniya keleha jinan Efrîn di roja berxwedaniya serdemê ya 62’emîn de ye. Niha di berxwedaniya Efrînê de qonaxeke nû destpêkiriye. Her çendî ji aliyê dagirkeriya rejîma Tirk û artêşa wan a keriyên kujer û tecawizkar vê yekê bi zimanekî cinsiyetparêz weke ketina Efrînê bi nav bike jî, faşîzm di Efrînê de bi ruh û sekna Avesta û Barînan li bin ketiye. Bajarê jinan Efrîn di dîroka şer de rûpeleke nû vedike. Çawa di dîroka şer de li Moskow Kutusof artêşa xwe belav kir û bi terzê gerîla şer kir, çawa ku Gîap li Vîetnamê artêşa xwe belav kir û şerê gerîla kir li hemberî balafirên şer û topên rejîma Tirk li Efrînê YPG û YPJ terzê şerê gerîla da destpêkirin. Weke roja destpêkê ya berxwedaniya Efrînê de hat gotin Efrîn bi serketî ye. Ev rast e, Efrîn bi serketî ye.  Divê herkes bizanibe ketina çeteyên rejîma Tirk a Efrînê zayîneke mirî ye. Bi talanî û hovîtiya xwe ji niha ve rûyê xwe yê rastîn nîşan dan. Lê çapemenî û ragihandina rejîma faşîst a AKP û MHP çend roj berê di rojnameyên xwe de wisa raber dikin ku qaşo ji aliyê jinên Efrînê ve mehmetcîk ango artêşa wan a qatîl, tecawizkar û talanker hatiye pêşwazî kirin. Di dîmenên nîşan didin jî ew jinên di nav wê mîzansenê de bi cil û bergên xwe û bi rengê xwe qet naşibin jinên Efrînê. Diyarek ku mîzansenek e. Bi vê yekê şerê taybet didin meşandin. Tê zanîn ku li Efrînê yê di çeperên şer û jiyanê de têkoşîn dida meşandin û ji wê civakê re rêûrêzanî dikir jinên Kurd bû. Jixwe jinên Kurd li Rojhilata Navîn pêşiya azadiya jinan vekir û li hemberî berhema zîhniyeta zilamsalarî DAÎŞ'ê şerê dayî meşandin ve ji bo tevahî jinana bû çavkaniya îlhamê. Lê lobiya şerê taybet wisa raber dikin ku jinên Efrînê mehmetcîkan pêşwazî kirin. Gelo ew bixwe jî ji vê mîzansena xwe bawer dikin? Jinên Kurd rêdan ku cara yekem di sala 2018’an de li Reqayê 8 Adarê bê pêşwazîkirin, cardin dîmenên rizagirya Minbicê ger di bîra we de were jinên ku bi çerfeşên reş ve hatibûn mehkûm kirin li pêş şervanên jin YPJ’yiyan çarşefên xwe yê reş şewitandin. Li cihekî ku weke kantona Efrîn ku bi pergala jinê, konfederalîzma jinê ve hatiye hûnandin wê çawa artêşa dagirker pêşwazî bike?

Weke ku tê zanîn yek lingê faşîzmê ku di roja me ya îro de weke lingekî girîng tê bikaranîn cinsiyetparêzî ye. Acentaya faşîzmê ya Rojhilata Navîn jî rejîma AKP’ê ye. Bi rewşa awarte ve ango Rewşa Awarte ve êrîşa xwe ya şerê taybet a li ser jinan destpêkê li bajarên ku berxwedaniya xwerêveberinê da nîşandan û hewl da ku jinên ciwan ên Kurd bişîne bi madeyên hişbir ên tiryak û bi xistina fuhuşê ve beralî bike. Bi saya têkoşîna jinê Kurd xwedan ezmûnên bi salan e ev polîtîkaya wan a şerê taybet ku destpêkê jinê dike armanc mirov dikare bibêje ku vala derket. Cardin bi êrîşa bedana şervana YPJ’ê Barîn Kobanê ve rûyê xwe yê rastîn eşkere kir û di hemû cîhanê de zîhniyeta xwe raber kir. Lewra kes bawer nake ku jinên Efrînê mehmetcîkan pêşwazî kiriye. Cardin faşîzma Tirk di polîtîkaya xwe ya şerê taybet a li hemberî jinan dimeşîne de binket çawa ku wê di Efrînê de bin bikeve di êrîşên xwe yê şerê taybet ên li ser jinan de jî bin dikeve.