Kedkar li Enqreyê dicivin

Kedkar li Enqreyê dicivin

Ji bo mîtînga 1’ê Gulanê kedkar û kar li ber Gara Trenê ya Enqreyê hêdî hêdî berhev dibin.

KESK û sendîkayên girêdayê wê, DÎSK, TMMOB, SendÎkaya Turk Harb-Îş, PSKD, ESP, Partîzan, Malên Gel, BDSP, Tiyatroj, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl li ber Gara  Trenê ya Enqereyê dicivin.

Pankartên bi sernavên ‘Heta jin azad nebe, ked azad nabe’, ‘Em karê bi ewle, heqdestê biewle dixwazin’ hatin vekirin û her wiha sirûda 1’ê Gulanê li qadê tê lêdan. Girse li ber def û zurneyan govendê digerîin. Li aliyê din amadekariyê dawî yên mîtînga 1’ê Gulanê tê kirin. karker û kedkar bên navber ‘Li dijî faşîzmê em milê xwe bidin hev’, ‘Bijî Yekê Gulanê’,  ‘Zext dê me têk nebin’ hatin qîrkirin û êrîşên li Stenbolê jî şermezar kirin.

Girse piştî meşa berbi Parka Abdî Îpekçî dê derbasî mîtîngê bibe.