Kedkar ji bo jiyîna Gulmen û Ozakça bûn seferber

Platforma Şaxên KESK’ê ya Stenboçl, Odeya Tabîbên Stenbolê û TMMOV ÎKK, ji bo balê bikişînin ser rewşa Gulmen û Semîh ên ku ev 65 roj in di greva birçîbûnê de ne, li Qada Îskele ya Kadikoyê bi qasî saetekê çalakiya rûniştinê lidar xistin.

Kedkarên civakî yên ku daxwaz kirin ku demildest divê daxwazên Gulmen û Ozakça bên qebûlkirin, peyama ku li dijî desthilata AKP/Qesrê ya ku bi BHQ, li hember zext û zilmê stû nayê tewandin dan.

Hêzên demokarsiyê yên ku di pêşengtiya Platforma Şaxa KESK a Stenbol, Odeya Tabîbên Stenbolê û TMMOV ÎKK’ê de li Qada Îskele ya Kadikoyê kom bûn, bi çalakiya rûniştinê ya bi qasî saetekê ji bo piştgirî bidin berxwedana Gulmen û Ozakça ên kedkarên perwerdehiyêku ev 65 roj in di greva birçîbûnê de ne, lidar xistin. Di çalakiya ku briyarê Rojnamevan Ahmet Şik ê ku perwerdehiyê hate dûrxistin û girtî Bulent Şik, endamê Meclîsa Partiya CHP’ê Kadîr Komen Ogut, Endamê MYK ê HDP’ê û Nûnerê Nor Zargongê Mûrad Mihçî, mamostayên Zanîngeha Bogazîçî, Eniya Kedkarên Civakî beşdar bûn de, daxwaz hate kirin ku divê daxwazên Gulmen û Ozakça bi lezgîn bên qebûlkirin. Di çalakiyê de wêneyên Gulmen û Ozakça hatin bilindkirin, pankartên “Em bidin jiyîn, em ê bi ser bikevin”, “Hêza we têra me nake, em ê bi ser bikevin” hatin vekirin û dowîzên mîna “Ji Rewşa Awarte û BHQ di Na’yê de birêxistin bibîn” û “Dest nede mamostayê min” hatin hilgirtin. Kedkaran bi yek dengî dirûşmên “Nûriye û Semîh ne bi tenê ne”, “BHQ wê biçin, em ê bi ser bikevin”, “Ji karderxistiyên KESK’ê rûmeta me ne”, “Xilasbûn bi tenê nabe, an em bi hev re yan ne tu j ime” hatin qîrkirin. Kedkarên perwerdehiyê yek bi yek axivîn.

Di çalakiya de mamoste Mazlûm Çetîn Kaya, mamosta Mehmet Seven, ji akademiya aştiyê Egemen Cevahîr û Serokê Komeleya Endamên Perwerdehiya Zanîngehê Prof. Dr. Tahsîn Yeşîldere û Sekrekterê Giştî yê Odeya Tebîbên Stenbolê Samet Mecuç axivîn.

Mamosta Mazlûm Çetînkaya got: “Her ku em dibêjin jiyîn, ew hertim zilmê, zext û çewisandinê li ser me dide ferzkirin; her ku em dibêjin jiyîn ew bi berdewamî kuştinê li ser me dide ferzkirin. Her çi dibe bila bibe em ê heta dawiyê aştî û jiyanê biparêzin.”

Mamosta Mehmet Seven: Her ku em bêdeng bibin, wê zilim bidome. Eger ku em naxwazin hevalên me bimirin, divê em bikevin tevgerê. Divê her kes li dijî vê dûrxistina ji kar a kedkerên civakî ya bê maf û bêhiqûqiyê dengê xwe derbêxe.

Serokê Komeleya Endamên Perwerdehiya Zanîngehê Prof. Dr. Tahsîn Yeşîldere: Em di rojên pir tengav re derbas dibin, divê em xwe xurt bikin; bê ku bişkên, bê ku biwestin divê em berxwedana xwe bidomînin.

Piştî axaftinan daxuyaniya hevpar ji aliyê Berdevkê Demê yê Platforma Şasên KESK’ê ya Stenbolê Ata Esen ve hate xwendin. Enes ji bo Gulen û Ozakça bi awayekî tendurist vegerin jiyanê bang li hikûmetê kir ku bi lezgîn bikevin nava tevgerê, dema ku tiştek bi serê Gulmen û Ozakça were berpirsê vê yekê desthilatdariya AKP’ê ye.