Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, di daxuyaniya nivîskî de wiha got: “Şoreşgerê mezin, fermandar û Ruhê Berxwedana Geziyê hevrê Ûlaş Bayraktargolû di Hêzên Azadiya Yekbûyî de li dijî faşîzma DAIŞ’ê, dijî hêzên şoreşger û Rojhilata Navîn têkoşîn dikir, şehîd bûye. Di serî de serê malbat, gelê Tirkiyeyê û hemû hêzên sosyalîst sax be. Wê ruhê xeta Şoreşa Yekbûyî ya Ûlaş Bayraktaroglû wê di şoreşa demokratîk a Kurdistan, Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn de bijî. Bi teqez em ê hesretên wî yên sosyalîst bigihînin serkeftin.”
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê,ya ku di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Ûlaş Bayraktargolû yê ku weke fermandarê Hêzên Azadiya Yekbûyî ya enternasyonalîst mohra xwe li ruhê Şoreşa Rojava û ruhê Şoreşa Demokratîk a Sûriyeyê da, wiha got: “Wê xeta wan a enternasyonalîst li Şoreşa Rojava û Şoreşa Demokratîk a Sûriyeyê heta dawiyê bijî. Wê her tim rola xwe ya weke parêzvan û baweriya şoreşa demokratîk a Sûriyeyê û Rojava bilîzin. Dema ku ew şehîd ketin di şoreşê de gihiştin mertebeya rûmeta jiyan û serbilindiyê.
Ûlaş Bayraktaroglû, weke sembola ruhê Kizildere û Geziyê, hem di avakirina yekîneyên bihêz ên şoreşê rol lîstin, hem jî bûn şoreşgerên mezin ên ruhê Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan ava kirine. Xeta Mahîr, Denîz û Îbrahîman di kesayeta van hevalan de dijî û di pêşketina şoreşa yekbûyî de rola xwe dilîstin. Yên mîna Mahîran, Denîzan, Îbarahîman, Haqiyan, Kemalan, Sarayan, Agîdan û Ûlaş Bayraktargolû û hemû şehîdên enternasyonalîst fermandarên şoreşa yekbûyiyê ne.
Hevrê Ûlaş Bayraktargolû ne tenê fermadarê Şoreşa Yekbûyî ya li Tirkiyeyê û Kurdistanê bû; dîsa di heman demê de fermandarê Rojava û Şoreşa Demokratîk a Sûriyeyê ku lê şehîd ketiye, têkoşîna hevpar a gelan û Şoreşgerê Yekbûyî yê gelê Sûriyeyê ye jî. Ew jî mîna; Mahîran, Denîzan, Îbarhîman, Kemalan, Haqiyan, Sarayan û Egîdan di refên herî pêş ên şoreşê de cih girtiye. Fermandariya xwe di refên herî pêş ên şoreşê de pêk aniye. Bi vê karektera xwe weke fermandar û şoreşgerkî mînak ên di Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn de cihê xwe di dîrokê de kiriye.
Di serî de gelê Rojava û gelê Bakurê Sûriyeyê û Kurd û hemû gelê ku li Kurdistanê dijîn hevrê Ûlaş Bayraktaroglû ti demê ji bîr nakin. Wê bîranînên wan, biratiya gelan û têkoşîna sosyalîzma demokratîk bidin jiyîn.
Weke şoreşgerên Kurdistanê; weke şoreşger û gelên ku li ser xeta Rêber Apo têkoşînê dimeşînin, em soz didin Ûlaş Bayraktarolgû; hesretên we, Tirkiyeyî demokratîkî, Kurdisanekî azad, Rojhilata Navîn a demokratîk û sosyalîzma demokratîk di têkoşîna xwe de bidin jiyîn.”