KCK: Du rê li pêşiya AKP'ê hene
KCK: Du rê li pêşiya AKP'ê hene
KCK: Du rê li pêşiya AKP'ê hene
Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK'ê bûyerên bi operasyonên nelirêtiyê re li Tirkiyeyê qewimîn weke 'krîza dewletê' bi nav kir. KCK'ê got, 'Polîtîkayên mijûlkirin û xapandina civakê êdî qediya ne" û destnîşan kir ku li pêş AKP'ê niha du rê hene: 'Demokratîkbûyîn û Kaos'
Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK'ê di peyama ji bo sala nû de bûyerên li Tirkiye û Kurdistanê nirxand.
OCALAN MORA XWE LI SALA 2013'AN XIST
KCK'ê got, "Em sala 2013'an ku hêviya azadî, demokrasî û aştiyê zêde bû li dû xwe dihêlin û derbasî sala 2014'an dibin. Em hêvîdarin ku wê sala 2014'an ji gelên Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û tevahiya mirovahiyê re azadî, aştî û demokrasiyê bîne." Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK'ê destnîşan kir ku sala 2013'an di bin bandora Pêngava Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newrozê de aşkere kir, derbas bû.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin; "Rêber Apo bi nêrîna 'gelên Tirkiyeyê xwedî wê danehevî û têgihiştinê ye ku karibin jiyana demokratîk û azad ava bikin' gihaştiye wê baweriyê ku dema çareseriya siyasî û demokratîk hatiye. Li ser vê bingehê, di rewşa bêçalakiyan de bang li hêzên demokrasiyê yên Tirkiye û Kurdistanê kiriye ku ji bo demokratîkbûyîna Tirkiye û çareseriya pirsgirêka Kurd bi berpirsyarî rabin û ji hêzên azadîxwaz û demokrasiyê xwestine ku di rewşa bêçalakiyan de pêngavekê bikin.
Ev banga ku li tevahiya gelên Tirkiyeyê hat kirin, di nava gelê me de rê li ber heyecaneke mezin vekir. Desteka gelên Tirkiyeyê û gelê Kurd ji bo vê pêvajoya Rêber Apo da destpêkirin, hêza derfetên demokratîkbûyîna Tirkiyeyê derxistiye holê. Gelê Tirkiyeyê bi destekdayîna vê pêvajoyê re xwestiye, ev pirsgirêk tavilê bê çareserkirin. Ji bilî beşeke kêm, piraniya gelê Tirkiyeyê destek dane vê pêvajoyê û ji bo hêzên azadîxwaz û demokrasiyê firsendek derxistiye holê. Derfetek ji bo lihevkirineke demokratîk a Kurd û hêzên demokrasiyê yên bi dewleta Tirk re derketiye holê. Dewlet û hikûmeta Tirk yekemcar di dîroka Komarê de ji aliyê gelên Tirkiyeyê ve bi daxwaza demokrasiyê hatine dorpêçkirin. Eger bi awayekî afirîner pêngaveke têkoşînê ya demokrasiyê were meşandin, dê çareserî pêk were. Rêber Apo, ji bo ku hêzên naxwazin Tirkiye demokratîk bibe bikevin nava tevgerê û pêvajoyê sabote bikin, xwestiye ku bi lez tevbigerin."
BI NEWROZÊ RE MERCÊN AFIRANDINA TIRKIYEYA NÛ DERKETIN HOLÊ
KCK'ê ragihand ku bi Newrozê re mercên afirandina Tirkiyeya nû derketine holê û got, "Lê belê tevî Kurdan hemû hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê, mîna ku her tişt qediyayê û li Îmraliyê peymanek hatiye morkirin, li benda demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd sekinîne. Bêguman di çarçoveya siyaseta demokratîk û têkoşîna demokratîk de, di hin mijaran de li Îmraliyê di prensîbê de mutabakat çê bûye. Lê belê hêzên demokasiyê yên ku diviyabû xwedî li kar û barên divê bên kirin derketibûya û bişopanda, bi têrkerî berpirsyariyên xwe bicih neanîne, bi awayekî bendemayîna li gavên AKP'ê tevgeriyane.
Tevgera Azadiyê ya Kurd bi vekişandina hêzên xwe yên çekdar re, ji bo hêzên demokrasiyê di demokratîkbûyîn û çareseriya pirsgirêka Kurd de bikevin nava tevgerê, derfetên mezin afirandiye. Di vê rewşê de derfetên zordayîna AKP û delwetê derketine holê. Lê belê Kurd jî di nav de hemû hêzên demokrasiyê neketine nava tevgereke ku têkoşîna demokratîk bilind bikin, lewma pêvajo veguheriye pêvajoyeke ku AKP ji bo xwe weke mijûlkirin û qezençkirina hilbijartinê bikar bîne.
Her çend bi çalakiyên Parka Gezî re hêzên civakî yên demokratîkbûyîna Tirkiyeyê dixwazin ketin nava tevgereke zorê bidin hikûmetê jî, ji ber ku bê pêşeng û bêrêxistinkirî bûn, bi têrkerî bi bandor nebûn. Dema ku nêzîkatiya dudilî ya Tevgera Azadiyê ya Kurd di destpêkê de li vê rewşê zêde bû, di çalakiyên Parka Gezî de hêzên civakî yên demokasiyê dixwazin, negihaştin encama dixwestin. Lê belê çalakiyên Parka Gezî di nava civaka Tirkiyeyê de nîşan da ku daxwazeke mezin a demokrasiyê heye.
Tevgera Azadiyê ya Kurd dema ku dît AKP vekişîna gerîla îstîsmar dike û li hemberî çalakiyên Parka Gezî nêzîkatiyek hegemonîk nîşan da, vekişîna gerîla rawestand. Di rewşeke ku vekişîna gerîla bê wate û bersiv bimîne de hat dîtin ku vekişîn wê hêzên demokrasiyê xurt neke, berevajî wê AKP bi bêperwa êrîşî hêzên demokrasiyê bike. Ji ber ku hikûmeta AKP'ê xwedî zîhniyetek ji bo demokratîkbûyîna Tirkiye û çareseriya pirsgirêka Kurd nîne. Her wiha xwestiye nêzîkatiyên bi berpirsyar û maqûl ên Tevgera Azadiyê ya Kurd ji bo hegemonya xwe bikar bîne."
PEVÇÛNA AKP-CEMAETÊ
KCK'ê wiha dewam kir: "Her çend 'Pêngava Rizgariya Demokratîk û Jiyana Azad' a Rêber Apo ne gihaştine encama dihat hêvîkirin jî, bingeha demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd xurt kiriye. Diyar kiriye ku kîjan hêz alîgirê demokrasiyê ne, kîjan dijberên demokrasiyê ne û şer û merc afirandiye ku hêzên rastî yên demokrasiyê li ser bingehekê kom bibin. Lewma ji vî alî ve sala 2013'an wê weke saleke ku ji bo demokratîkbûyîna Tirkiye û çareseriya pirsgirêka Kurd rê li ber pêşketinên mezin vekiriye, bê bîranîn. Di sala 2013'an de hêzên demokrasiyê bi qezenç derketin, mêtîngeriya hegemonîk û sîstema modernîst a kapîtalîst û diz, ketine nava krîzê.
Blokên desthilatdar ên berê yên li ser gelên me hegemonya avakirin belav bûn, blokên desthilatdariyên nû yên dixwazin hegemonya ava bikin jî li pêşberî têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelên me têk çûne. Pevçûna AKP-Fetûllahiyan derizandina hevalbendiya hêzên hundir û derve yên nû îfade dike. Li Tirkiyeyê êdî zehmet e ku li ser civakan dewleteke nû ya zextdar û hegemon bê avakirin. Ya wê sîstemeke nû ya siyasî ya li dû hegemonyayê neçe û xwe dispêre demokrasiyê bê avakirin, yan jî wê krîza dewlet û sîstemê ya li Tirkiyeyê kûrtir bibe û dewam bike.
Di serî de hikûmeta AKP, hêzên hegemonîk dîtine ku êdî zehmet e dewleteke nû ya hegemon bê avakirin. 'Pêngava Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad' ya Rêberê Gelê Kurd, Şoreşa Rojava û berxwedana hêzên demokrasiyê ya li Tirkiyeyê, koalîsyona AKP-Fetûllahiyan derizandiye, belav kiriye. Her desthilatdariyên ne demokratîk dê ji niha û pê ve li Tirkiyeyê bi vî rengî bi dawî bibin.
Her çend hêzên derve û hundir dixwazin di şûna desthilatdariya AKP'ê de sîstemeke nû ya diz û hegemonîk a noker ava bikin jî, di serî de Kurd wê gelên Tirkiyeyê vê qebûl nekin. Hemû hêzên antîdemokratîk ên daxwazên Kurdan û hêzên demokrasiyê li pêş çavan negirin, dê ji aqûbeta AKP'ê rizgar nebin. Kî daxwazên gelê Kurd û hêzên demokrasiyê li pêş çavan bigirin, ewê xwedî şans bin ji bo avakirina sîstemeke siyasî ya nû. Naxwe gel wê jiyana xwe ya demokratîk û azad ava bikin."
DIVÊ KU AKP REXNEDAYÎNA DEMÊ BORÎ BIDE
Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK’ê destnîşan kir ku li pêşiya AKP’ê du rê mane û wiha hat gotin: “ Hikûmeta AKP’ê ji ber ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û demokratîkbûnê tu gav neavêtiye herifîn û krîzeke mezin jiyaye. Berî ku dem derbas bibe divê ku hikûmet rexnedayîna vê yekê bide û gav biavêje. Her çiqas AKP bixwaze bi hêzên nedemokratîk re bikeve têkiliyê jî dê nikaribe xwe ji vê yekê xelas bike. Yan divê ku pêngavên bingehîn ên demokratîkbûnê biavêje yan jî dê nikaribe xwe li hemberî têkoşîna gelê kurd û hêzên demokratîk xwe ji tasfiyeyê xelas bike. Xelasbûn û windakirina AKP’ê girêdayî gavên radîkal ên demokratîk e.”
KCK’ê da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev salek e AKP’ê di vê mijarê de hîşyar dike û wiha dom kir: “Rêper Apo xwestibû ku AKP dev ji hegemonyaya xwe berde û ji bo çareserbûna pirsgirêka kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê gav biavêje. Ger ku ev yek pêk neyne dê dawiya wî jî weke Mursî û hikûmetên despot ên din be. Rêper Apo tiştên ku bi riya heyeta BDP’ê re ev salek e dibêje hemû jî pêk tên. Ya ew ê AKP tiştên ku Rêber Apo dibêje pêk bîne, yan jî di nava polîtîkayên qirêj de dê winda bibe.”
KRÎZA DEWLETÊ
Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK’ê di berdewama peyama xwe de diyar kir ku di dawiya sala 2013’an de krîza dewletê hêj kûrtir bûye û ew tişt ha gotin: “Krîza dewletê dê teqez ji bo gelên Tirkiyeyê encamên bixêr û sûdewar derbixe holê. Êdî polîtîkayên xapandin û mijûlkirinê bi dawî bûne. Tirkiye dê di nav dubendiya demokartîkbûn û kaosê de bimîne û dê di encamê de jî teqez dê demokratîkbûna Tirkiyeyê û bi çareseriya pirsgiêrka kurd jî jiyana azad û demokratîk dê pêş bikeve. Heke ku destkeftiyên hêzên demokratîk di sala 2014’an de hêj bi rêxistin werin kirin dê sala 2014’an ji bo Tirkiye û Kurdistanê wekî sala bidestxistina jiyana azad û demokratîk derbasî dîrokê bibe. Em bang li hemû derdorên demokratîk dikin ku di wê rewşa ku dewleta hegemonîk diherife û li cihê wê jî dewleteke din a hegemonîk dê neyê avakirin de, bila hêzên xwe bikin yek û Tirkiyeya Demokratîk û Kurdistana Azad ava bikin.”