KCK: AKP'ê ne çareserî, bêçareserî nîşan da
KCK: AKP'ê ne çareserî, bêçareserî nîşan da
KCK: AKP'ê ne çareserî, bêçareserî nîşan da
Serokatiya Desteya Rêveber a KCK'ê der barê pakêta ku duh Serokwezîrê Tirkiyê Tayyîp Erdogan aşkera kir de daxuyaniyek da û got, "Pakêtê nîşan da ku AKP ne çareserî, bêçareserî weke polîtîkayekê pejirandiye. Hatiye fêmkirin ku bi vê pakêtê re dixwaze mijûl bike û hilbijartineke din qezenç bike." KCK'ê da xuyakirin ku ewê di hefteya pêş de bi deklarasyonekê bersivê bidin pakêt û polîtîkayên Hikûmeta AKP'ê.
Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK'ê, der barê pakêta ku duh Serokwezîrê Tirkiyê Tayyîp Erdogan aşkera kir de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
KCK'ê got, "pakêtê nîşan da ku AKP ne çareserî, bêçareserî weke polîtîkayekê pejirandiye. Hatiye fêmkirin ku bi vê pakêtê re dixwaze mijûl bike û hilbijartineke din qezenç bike."
KCK'ê destnîşan kir ku di rewşa heyî de, pêvajoyek li holê nemaye û destnîşan kir ku ya heta niha hatiye kirin, dewama polîtîkaya mijûlkirinê bi 'ya xwe kirinê' ye. KCK'ê ragihand ku ewê di hefteya pêş de bi deklarasyonekê bersivê bide polîtîka û pakêta AKP'ê.
‘YÊN NE DEMOKRATÎK NIKARIN GAVÊN DEMOKRATÎKBÛYÎNÊ BIAVÊJIN’
“Tevgera me ya Azadiyê wê di hefteya pêş de bi deklarasyonekê bersivê bide pakêt û polîtîkayên hikûmeta AKP'ê. Lê belê ji bo em helwesta xwe ya der barê pakêtê de diyar bikin, vê daxuyaniyê didin.
Careke din hatiye dîtin ku AKP pirsgirêka Kurd fêm nekiriye û cidî nêz nebûye. Bi pakêta hat aşkerakirin re derket holê ku AKP ne çareserî, neçareserî weke polîtîka ji xwe re pejirandiye. Bi vê pakêtê re diyar bûye ku dixwaze mijûl bike û hilbijartineke din qezenç bike. Di çarçoveya hesabên hilbijartinê de nêzî pirsgirêka bingehîn a Tirkiyê bûye û ji bo mijûlkirinê çend bermayîn avêtiye ber civakê. Bi vê yekê re hikûmetê nîşan daye ku xwedî mejî û kapasîteya çareseriyê nîne. Ji xwe ji xebateke bi rêbazên antî demokratîk hat meşandin de, çareseriya pirsgirêkên demokratîkbûyînê nedihat hêvîkirin. Yên ne demokratîk, nikarin gavên rastîn ên demokratîkbûyînê biavêjin.
AKP'Ê PÊVAJO LI HOLÊ NEHIŞT
Hikûmeta AKP'ê bi helwesta xwe re nîşan daye ku bi sivikî nêzî ewçend federkariyên mezin û vîna Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan û Tevgera Azadiyê ya Kurd ji bo çareseriya pirsgirêkê derxistiye holê, dibe. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêkê û mayîndebûna aştiyê li Tirkiyê gavên girîng avêt, lê hikûmeta AKP'ê bi nêzîkatiyên ne cidî, ev gavên ji bo çareseriyê hatine avêtin qurbanî hesabên xwe yên hilbijartinê û polîtîkaya mijûlkirinê ya bi salan dimeşîne, kiriye. Divê her kes bizanibe ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera AzadiYê ji bo hikûmeta AKP'ê firsendeke nû ya mijûlkirinê û hilbijartineke din qezenç bike, ev gav neavêtine. Bi awayekî zelal diyar bûye ku hikûmeta AKP'ê, gavên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê avêtine, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û mayîndekirina aştiyê, nenirxandiye. AKP, vê rewşa agirbestê û bingeha çareseriyê, bi dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke navgînekê re, dixwaze ji bo tinekirina Tevgera Azadiyê ya Gelê Kurd bikar bîne û pozîsyona xwe ya di vî warî de xurt bike. Ev nêzîkatî bi tena serê xwe tê wateya sabotekirina pêvajoya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd ve hatiye destpêkirin. AKP'ê, di rewşa heyî de li holê ti pêvajo nehiştiye, polîtîkaya xwe ya mijûlkirinê dewam kiriye û hînê di rêya xwe de zane de israr dike.
Pirsgirêka Kurd di encama polîtîkayên qebûlnekirina hebûna neteweyî û vîna siyasî ya gelekî, derketiye holê. Çareseriya wê jî bi naskirina hebûna civakî û ya Kurdan, bi mûxatapgirtina vîna siyasî û li gel mafên civakî naskirina mafê xwerêvebirinê, dibe. Ti nêzîkatî û polîtîakyên ku Kurdan weke civakê nas neke, mafên wan ê ji ber civakîbûnê qebûl neke û vîna wê ya siyasî mûxatap negire, dê nikaribe pirsgirêka Kurd çareser bike.
Çareserî, bi gotina "Ez van didim te, yan nadim te" yên pirsgirêk afirandine, nabe. Hikûmeta AKP'ê nikare tespît bike ka mafê Kurdan çiye çi nîne. Ev yek bi tenê, bi nîqaşkirin û muzakereya li gel vîna siyasî, sazî û Rêberên Kurdan re dikare bê tespîtkirin. Gavên çareseriyê bi vî rengî dikarin bên avêtin. Her nêzîkatiyên derveyî vê, tê wateya dewamkirina mejiyê rê li ber pirsgirêka Kurd vekiriye ye. Ev yek jî israra di dewamkirina serweriya siyasî û qirkirina çandî ya Kurdan de ye. Mejiyê ku ev pakêt aşkera kir, li gorî şert û mercên nû versiyoneke nû ya mejiyê pirsgirêka Kurd afirandiye. Tiştên bi vê pakêtê re hatin aşkerakirin jî, tê wateya dewamkirina mêtîngeriya siyasî û qirkirina çandî.
Rêberê Gelê Kurd, di encama hevdîtinên beriya salekê hatin destpêkirin de hewl da mejiyê demokratîk û siyaseta demokratîk bikeve dewrê û li ser vê bingehê pirsgirêka Kurd bê çareserkirin. Hikûmeta AKP'ê ne şert û mercên siyaseta demokratîk afirandiye, ne jî rê û rêbazên siyaseta demokratîk a ji bo çareseriya pirsgirêkê bicih aniye. Di rê û rêbazên xwedî mejiyê hegemon, dîktatorî û 'ezê ya dizanim pêk bînim' de israr kiriye. Serokwezîrê Tirk bi pênc deh zilamên li dora xwe civandiye re, di mijara pirsgirêka herî bingehîn a Tirkiyê de polîtîkayê diyar dike. Ti cudahiya vê ji nêzîkatiya dewleta kûr a beriya dehan salan nîne. Ji xwe AKP jî niha bi dewleta xwe ya kûr re dixebite. Rêxistina Partî û Meclîsa Partiyê bi tenê paçê nixumandina vê rêbaza siyasetê ye.
AKP difikire ku zîhiniyeta demokratîk û siyaseta demokratîk dê bibe dawiya avabûna û zihniyeta wê ya hegomonîk. Ji ber vê sedemê jî pêngavên ku siyaseta demokratîk pêk bîne û siyaseta demokratîk bi rêz û rêbazan çarser bike, navêje. Şerta ku siyaseta demokratîk pêk were eve ku çareseriya pirsgirêkê bi muxatabên wê re biaxive û muzakere bikeye. Ferzkirin û her tim fikrên xwe parastin, îfadeya zîhniyeta otorîter a hegomonîk e. Muzakere jî şerta siyaseta demokratîk û zîhniyeta demokratîke. Di demokrasiyan de muzakere û lihevkirin esas e. Di pirsgirêka tirk ya herî sereke de ger serî li muzakere û lihevkirinê neyê xistin, gelo dê behsa kîjan siyaseta demokratîk û demokrasiyê bê kirin?
Di pakêta ku rêbaza wê demokratîk de ye jî, pêngavên ku demokratîbûnê tîne jî îhtîva nekiriye. Ji xwe kirina wê jî ne mumkune. Ev nêzîkatiya AKP’ê pratîkirina gotina aliyên ne demokratîk ya wekê ‘Em kesî muxatap negirin, tiştên ku em dizanin bikin e.’ Ji ber ku muxatab girtin, tê wateya ku civaka kurd nasîne. Ev jî guherîna zîhniyetê û rê û rêbazên rast ya siyaseta demokratîk, bi xwe re tîne. Tişta ku hikûmeta AKP’ê nake û jê direve jî ev e.
AKP’ê bi vê pakêtê re tenê di serî de ji bo kurdan, nîşanda ye ku ji hin pêkanînên ku rewabûna xwe wendakiriye û di raya giştî de teşhîr bûye, dest berdaye. Dîsa bi gotinên ku qirkirina çandî û mêtîngeriya siyasî asteng nake, dibêje hin pêngav avêtiye û bi vê yekê dixwaze gel bixapîne. Bê guman ev jî di encama têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd û hêzên demokrasiyê de neçar maye pêk bîne. Lê ev jî ne ji bo çareseriyê, ji bo ku ji hinek tiştên xwe yên teşîr bûye, ji bo ku ji polîtîkayên xwe yên çareseriyê nayne û di polîtîkayên xwe yên qirkirina çandî de hinek şertên nû dane holê ev aniye rojevê û kiriye.
Ev nêzîkatiya ku AKP dixwaze êdî xwe jê rizgar bike û êdî fêdeya wê ji bo wan jî tuneye, li dijî pêvajoya aştiyeke mayîne û çareseriyeke bi kok ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirinê ye. Li şûna helwesta pêwist ku divê bigire û pêngavên pratîk bavêje, wekê ku muxatabên vê pirsgirêkên ya ku îradeya siyasî ya gelê kurd e tuneye, tişta ku dixwaze pêk tîne û pêngavên ne têr davêje. Ev jî tê wateya ku ketiye nava helwesteke ku hebûna pêvajoyê ji holê radike û ev jî bêberpirsyariyeke li dijî hemû gelên Tirkiyeyê ye.
Di pakêtê de der barê Elewiyan de cih dane hinek tiştan û piştre ev red kirine û fikiriye ku ev dê rastî bertekan bên, dest jê berdaye. Ev jî nîşan dide ku hikûmeta AKP’ê çawa nêzî pirsgirêkan dibe û bê cidiyet nêz dibe.
Kurd û gelê Tirkiyeyê ji bo ku AKP pêvajoya ku Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, mijul bike û an jî AKP hilbijartinan qezenc bike ne, ji bo ku pirsgirêka kurd çareser bibe piştgirî danê.
Ji ber vê jî Gelê kurd û hêzên demokrastiyê divê ji hikûmeta AKP’ê hesab bipirse û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û demokratîkbûnê têkoşîna xwe bilintir bike.