KCDK-E: Tevlî boykotê bibin, nebin hevparê rijandina xwîna Kurdan

KCDK-E'yê ji bo boykotkirina tûrîzm û malên Tirk bang kir û diyar kir, "Nebin hevparê rijandina xwîna Kurdan."

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê bi daxuyaniyekê ji bo boykotkirina mal û tûrîzma Tirk bang kir.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku dewleta Tirk di êrişên qirkirinê yên dijî Kurdan de her şêwe çek û çekên kîmyewî bi kar tîne.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dewleta Tirk tevî leşker û çeteyên xwe yên ji ber DAÎŞ'ê man talan û dagirkeriyê dike û hate gotin, "Tirkiye piraniya aboriya xwe li şer xerc dike. Ji bo vê jî her şêweyên çavkaniyên aborî û siyasî dixe dewrê û komkujî û qirkirinê dike."

'BI MALÊN TIRKAN XWÎNA KURDAN TÊ RIJANDIN'

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Yek ji derfetên sereke yên aboriya Tirkiyeyê malên Tirk ên li derveyî welat tên firotin û tûrîzme. Bi milyonan Euroyên ku ji van çavkaniyan bi dest dixe ji bo rijandina xwîna Kurdan bi kar tîne. Eşkere ye ku çavkaniya herî mezin a şerê qirkirina Kurdan ê dewleta Tirk malên li derveyî welat tên firotin û hatineyên tûrîzmê ye. Ji ber vê yekê boykotkirina malên xurek û tekstîlê, her wiha boykotkirina tûrîzma Tirk wezîfeyeke neteweyî û mirovî ye."

Di daxuyaniyê de tevî Kurdan her wiha bang li dostên Kurdan, demokrat, parêzvanên aştiyê, ekolojîst, femînîst, çepgir, rewşenbîr, hunermendan jî hate kirin ku tevlî kampanya boykotê bibin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Divê Kurdistanî û dostên wan zanibin ku her qurişê diçe Tirkiyeyê dibe fîşek û li gelê Kurd vedigere û komkujiyan li Kurdan dike."