KCDK-E: Ji êrîşa li Mexmûrê AKP û MHP berpirsyar e
KCDK-E êrîşa li Mexmûrê şermezar kir û bang li hêzên navneteweyî û gelan kir.
KCDK-E êrîşa li Mexmûrê şermezar kir û bang li hêzên navneteweyî û gelan kir.
Dîwana Hevserokatiyê ya Kongrya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) li ser êrîşa li Kampa Mexmûrê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Hêzên Xweparastinê yên Mexmûrê li dijî êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê ji bo parastina gelê Mexmûrê ava bûn û hat gotin,"Hêzên Xweparastinê li dijî barbariya DAÎŞ'ê bi lehengî şer kirin. Ev êrîşa li dijî hêzên xweparastinê bi fermana tifaq û dîktatoriya AKP-MHP'ê hatiye kirin. Li pêşberî vê êrîşa namerdî ya li pêş raya giştî ya navneteweyî hate kirin, divê hêzên navneteweyî bi taybetî jî rêveberiya Iraqê bi berpirsyariya xwe rabin.
Ev êrîşa li dijî penaberan ku li gorî qanûnên navneteweyî sûc e, di heman demê de sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Em li bendê ne ku Neteweyên Yekbûyî û hêzên din ên navneteweyî li hemberî vê êrîşa namerdî helwesteke zelal nîşan bidin û êrîşê şermezar bikin.
Gelê Kurd wê bi sekna xwe ya bi biryar pêşî li van êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bigire. Bi geşkirina berxwedanê re wê aqûbeta faşîzma AKP-MHP'ê jî mîna ya barbarên DAÎŞ'ê be.
BANGA JI BO PIŞTGIRIYÊ
Weke KCDK-E em vê êrîşa namerdî şermezar dikin û bang li gelên cîhanê dikin ku li dijî êrîşên çeteyên barbar, li cem gelê Kurd cih bigirin û piştgiriya gelê Kurd bikin. Em êşa gelê Mexmûrê par ve dikin, ji birîndaran re şîfa dixwazin. Bila serê malbatên şehîdan sax be."