KCDK-E ji bo çalakiyên 31'ê Adarê banga tevlîbûnê kir

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E bi bîr xist ku Platfroma Xwedîderketina li Efrînê wê 31'ê Adarê li gelemperiya cîhanê meş û mîtîngan organîze bike û bang li hemû sazî, rewşenbîr û kesayetên xwedî wijdan kir ku tevlî van çalakiyan bibin.

Dîwana Hevserokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, piştî ku dewleta Tirk ji bo dagirkirin û komkujiyê êrîşî Efrînê kir, gelê ku xwediyê esasî yê wê xakê ye neçar ma koç bike. KCDK-E da xuyakirin ku bi rengekî barbarî êrîş li mal, milk, nirxên dîrokî û olî yên gel hatiye kirin û bi vî rengî dagirkeran niyeta xwe ya rastî nîşan dane.

Di daxuyaniya Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E de hate gotin, "Piştî ku gel li herêmeke bi ewle hate bicihkirin û pêşî li komkujiyeke mezin hate girtin, berxwedan derbasî qonaxa duyemîn bû. Li dijî dagirkeriya Tirk a qirker kku bi rengekî topyekûn Kurdistan kiriye hedef, divê ji niha û pê ve mirovên me li her cihî tevî dostên xwe têkoşîn û berxwedanê geş bikin.

Gelê Efrînê bi her tiştên xwe vê berxwedanê didomîne. Li dijî qirkirinê bi xurtî li ber xwe dide. TC bi desteka hêzên serdest ên navneteweyî qirkirinê dike. Li dijî vê qirkirinê, li qada navneteweyî mîna 24'ê Adarê mirovahiya pêşverû ji Hîndîstanê heta Arjantînê, ji Afrîkayê heta Japonyayê, ji Ewropayê heta Awûstralyayê li gelemperiya cîhanê berxwedana Efrînê geş dikin.

Berxwedana gelê Efrînê û hêzên parastinê YPG, YPJ û QSD'ê, berxwedana serdemê ya ji bo xwedîderketina li mirovahiyê, êdî bandorê li hêz û saziyên navneteweyî jî dike ku berjewendiyên xwe yên siyasî esas digirin. Li dijî komkujî û dagirkeriya ku dewleta Tirk a mêtinger dixwze li Efrînê û gelemperiya Kurdistanê bike, divê em Kurdistaniyên li çar parçeyan, demokrat û şoreşgerên Rojhilata navîn û hemû mirovên pêşverû yên cîhanê yên xwedî wijdan vê berxwedanê geştir bikin û hê bêhtir xwedî li Efrînê derkevin.

Platforma Xwedîderketina li Efrînê 31'ê Adarê wê li gelemperiya cîhanê, li gleek welat, eyalet û bajaran meş û xwepêşandanan li dar bixe. Em bang li hemû pêkhateyên platformê, sazî, rewşenbîr û kesayetên xwedî wijdan ên li Ewropa, Afrîka, Japonya, Kanada û Awûstralyayê dikin ku tevlî meş û xwepêşandanan bibin. Ne tenê tevlîbûn, em bang li her kesî dikin ku hemû derfetên xwe bi kar bînin û ji bo beşdariyeke xurt bi şev û roj bixebitin û bibin dengê Efrînê."