KCDK-E: Heta ku em encamê bigirin, em ê li Strasboûrgê bin
Dîwana Serokatiyê ya KCDK-E ragihand, çalakiya rûniştinê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê, ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, heta ku encamê bigire wê dewam bike.
Dîwana Serokatiyê ya KCDK-E ragihand, çalakiya rûniştinê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê, ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, heta ku encamê bigire wê dewam bike.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku çalakiya ji bo tenduristî û ewlekariya Ocalan li ber avahiyên Konseya Ewroa û CPT dets pê kiriye, bi beşdariyeke xurt didome û hat gotin, "Kurdistanî û nûnerên saziyên Kurdan ên li Ewropayê, ku jiyana Serok Abdullah Ocalan weke jiyana xwe ya azad dibînin, wê çalakiya xwe ya rûniştinê heta encamê jê bigirin bidomînin."
Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser berpirsyariya dewlet û saziyên Ewropayê ji vê rewşa tirsnak û hat destnîşankirin ku di çalakiya rûniştinê de ew bi biryar in.
HELWESTA CPT DÛRÎ JI BICIHANÎNA BERPIRSYARIYÊN XWE YE
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Em baş pê zanin, Konseya Ewropa û CPT di vê mijarê de dikarin encamê bigirin û dawî li fikar û gumanên me bînin. Ev du sal in em nikarin agahiyê ji Serok Abdullah Ocalan bigirin û bi êşkenceyeke gelekî giran tecrîdkirî ye. Bêdengî û xemsariya CPT, daxuyaniya CPT a bi gotina 'Pirsgirêkek di navbera dewletan de ye, em bi dewleta Tirk re di nava têkiliyê de ne, lê nikarin tiştekî bêjin' dûrî ji bicihanîna berpirsyariya xwe ye. Hem ne exlaqî ye, hem jî jinedîtîhatine êşkenceyê ye. CPT ku navê xwe 'Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê ye', li pêşberî êşkenceya hevdîtin, tecrîd û îzolasyona li ser Serok Abdullah Ocalan bêdeng e. Bêdengiya CPT, encameke pêşhukmiya dewletên Ewropayê û Konseya Ewropayê ya li dijî Kurdan e. Halbûkî kesên ku êşkence li wan tê kirin, nabe ku li gorî kesayet, zayend û etnîsteya xwe bê nirxandin. Kî dibe bila bibe, eger êşkence lê hatibe kirin divê li cem wê/î cih bigirin, mafên wan biparêzin. Wezîfe û berpirsyariya CPT ev e.
NERAZÎBÛNA LI HEMBERÎ SAZIYÊN EWROPAYÊ
Çalakiya rûniştinê ya ku 23'ê Cotmeha 2017'an dest pê kir, ji bo şikandina vê ferasetê, ji bo rabûna li ber vê cot standartiyê û vexwendina CPT li erk û berpirsyariyên xwe ye. Kurd ji ber vê xemsariya Konseya Ewropa, Parlamenta Ewropa û CPT gelekî aciz in. Ji ber vê yekê dixwazin li her devera Ewropayê bi bikaranîna mafên xwe yên demokratîk encamê bigirin. Lê belê ev bêdengiya Ewropayê gihîştiye wê radeyê ku Kurd-Kurdistanî zerarê bidin bedena xwe.
Qîrîna welatparêzê bi navê Welîdê Def ê ji Efrînê, ku 6'ê Mijdara 2017'an hewl da li ber CPT bedena xwe bide ber agir, ji ber vê yekê ye. Bi gotina, 'CPT koleyê Erdogan e, çima hûn naçin Îmraliyê, CPT dikare pirsgirêkê çareser bike' bi nerazîbûneke mezin xwest xwe bişewitîne. Lazim e êdî saziyên Ewropayê asta heyî bibîne.
JI BO MÎTÎNGA 12'Ê MIJDARÊ BANG HATE KIRIN
Pêwîste Kurdistanî û dostên wan hê bi xurtî tevlî çalakiya rûniştinê ya li bajarê Strasboûrgê bibin, hem destekê bidin hem jî 12'ê Mijdara 2017'an saet di 14:00 de li ber CPT beşdarî mîtînga me bibin. Wê rojê wê otobusa 'Pirtûkxaneya Serok Abdullah Ocalan' jî li wir be. Bi tevlîbûneke xurt em careke din erk û berpirsyariyên CPT bînin bîra wan."