KCDK-E: Divê koordînasyonên hevpar bên avakirin

KCDK-E ku karên xwe yên li dijî vîrûsa koronayê didomîne, diyar kir ku divê koordînasyonên hevpar bên avakirin.

KCDK-E'yê têkildarî gefa vîrûsa koronayê îro daxuyaniyeke nû weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Şewba kurewî Covid-19, ji sînoran derbas kiriye û tevahiya mirovahiyê tesîr dike.

Li gel hemû cihêrengiyan, her yek ji me di bin tehdîta vê şewbê de hewl dide bijî û tevdîran bigire. Tê dîtin ku hêza hukumetan, derfetên wan û nêzîkatiyên wan nagihêje ku xizmeta tenduristiyê, parastineke wekhev û hevpar bide herkesi. Ev pêvajo ji hêza wan jî der e. Em nikarin têkoşîna li dijî şewbê têkin ber bextê hukumetan, bi pêvajoyê re girêdayî ev baştir hat fêmkirin. Em dibînin ku bi taybetî pergalên tenduristiyê bi şêwazên xwe yên heyî, bi avahiya xwe ya xwe dispêre têkiliya îktîsadî ya ne wekhev e û çavsoriya karê bingeh digire, li hemberî pirsgirêkeke wiha mezin, nikare ewqasî tesîrdar be.

Wek KDCK-E, ji roja şewbê rû da û vir ve, tevî rêxistinbûna xwe ya li Ewrûpa, Kanada û Awûsturalyayê û tevî hemû saziyên xwe yên civakî, bawerî çandî; li dijî vê şewbê bêyî ku cûdahiyê bikin navberê em piştgirî û alîkariyê didin herkesa/ê xwe digihîne me, em xwe digihînin wan. Di destpêkê de, me Komîsyona Tenduristiyê ya Navendî ya ji 35 bijîşkan pêk tê ava kir. Me agahiyên saziyên pispor ên li dijî şewbê têdikoşin ên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê û welatên em lê dijîn, bi zimanê xwe belav kir. Me bi agahiyên berfireh hewl da ku di mijara tevdîrên ferdî yên dijî şewbê de însanan qanî bikin. Xeternakiya pirsgirêka em pê re rû bi rû ne û girîngiya tevdîran em bi israr tînin ziman. Dîsa pêkanîna pêdiviyên pîr û kalan ku di nava koma xeternak de cih digirin û nexweşan, em li gorî derfetên xwe û bi awayekî aktîf tevdigerin. Ji bo ku gelê me ji vê şewbê were parastin û tevdîran bi cih bîne, em ê xebatên xwe berdewam bikin. Ne ji bo beşên ku em nûnertiya wan dikin, em hewl didin ji bo herkesi vê xebatê bikin. Ji ber ku em ji pêvajoyeke girîng a hevparî, piştgiriya navbera gel û civakan ferz dike re derbas dibin. Em dizanin ku li dijî Pandemiyê (Şewba li qadeke berfireh a wek parzemînekê, tevahiya cihanê belav dibe) heke herkes tiştê ji wê/wî tê bike, piştgiriyê bide hev, hişmendî, helwest û pratîkeke kollektîf pêş bixe, wê bikaribe bijî. Lewma jî, eleqederbûna her însana/ê pêwistiya wan bi alîkariyê heye bigire, heta têkiliya bi şaxên pêwendîdar û hukumetan, em ji tevahiya têkilî û xebatan re vekirîne.

Heke pêwistî hebe, wek KCDK-E em amdene ku deriyê 436 komele û salonên rêxistinên xwe yên demokratîk û sivîl , ji bo şixulandinê vekin. Careke din em bang li her kesî dikin da ku tevdîran bi cih bînin, vê yekê heta şewb biqede berdewam bikin, ya herî girîng jî piştgirî, parvekirin û hevpariyê wek parçeyek ji jiyana xwe ya rojane pêk bînin.

Daxwazên me Li tevahiya welatan û herêman, divê Rêxistinên Civaka Sivîl, Înstiyatîf, Wezaretên Tenduristiyê û Şaredarî, li dijî koronayê koordînasyonên xwe ava bikin û rêbazên çareseriya hevpar pêş bixînin. Divê hemû beş, agahî, ceribandin û xebatên xwe yên herêmî bi hev re parve bikin. Ji bo pîr û kalên hewcedarî alîkariyê, penaber û kesên nexweşiya wan a kronik heye, heke pêkan be, xebatên li herêman werin hevparkirin. Em ji tenduristiya xwe tenê na, ji tenduristiya însanên din jî berpirsiyar in. Divê em bi vê hişmendiyê, hestên hevparî û piştgiriyê pêş bixînin. Kampanyaya li malê bimîne – ji bo berdewamkirina jiyanî, qadên pêwist li ber çavan were girtin- ji bo herkesî derbasdar e, lê divê em piştgiriya civakî jî pêş bixînin."