KCDK-E: 1'ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Kobanê em derkevin qadan

KCDK-E'yê bi daxuyaniyeke niviskî bang kir ku 1'ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Kobanê hemû Kurdistanî bi rihê seferberiyê derkevin kuçe û kolanan.

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bal kişande ser giringiya Şoreşa Rojava ya ku li ser paradîgmaya Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan pêk hatî û diyar kir, "Ji çareseriya pirsgrêkên civakî yên hebûnî re, bû bersîv û weke modela jiyana hevpar, derket derveyî sînorên Rojhilata Navîn, li her deverê cîhanê ji bo mirovahiyê bû weke modela çareseriyê ya alternatif. Modela şoreşa Rojava û bi hevre jiyana hevpar, weke hêviyek mezin û xelat ji mirovahiyê re hate pêşkêşkirin. Li dijî modernîta kapîtalîst, Şoreşa Rojava da diyarkirin ku cîhanek din jî dibe ku hebe û ji bo mirovahiyê weke jiyanek model a alternatif hebûna xwe dewam dike."

Bi berdewamî 1’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Kobanê hate bibîrxistin û hate gotin, "1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, roja kedek wisa mezin û roja bi şeref a di vê oxirê de şehîd ketine û xelatî hemû mirovahiyê hatiye kirin. Berxwedana Kobanê, li dijî hovîtiya DAIŞ’ê, weke ala azadî û demokrasiya mirovahiyê hebûna xwe her didomîne. Şoreşa Kobanê û Rojava, weke nirxê hevpar û qezenc û xeyala hemû mirovahiyê pêkhatî ye.

Bi rêya 1'ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Kobanê, em li hemû gelê xwe yê ji bo Kobanê li ber xwe da û dostên xwe û mirovahiya lê xwedî derket in pîroz dikin û hemû şehîdên ji bo vê dozê bedel dane, hemûyan bi rêzdarî bîrtînin. Em dibêjin, 1’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Kobanê, li gelê Kurdistanê û mirovahiyê pîroz be!

Bi berxwedana jinê ya bi heybet, weke têkoşînek mînak derbasî dîroka mirovahiyê bû û hat nivîsandin. Berxwedana Kobanê, bu gava despêkê ya pêvajoya şikandina çeteyên DAIŞ’ê hov ên ku li serê Rojhilata Navîn kiribûn bela. Ev berxwedana bi hêbêt, bi tacîkirina serkeftina Reqayê re hate domkirin."

KOBANÊ GAVEKE GIRÎNG A TÊKOŞÎNA ENTERNASYONALÎST E

Her wiha aliyê enternasyonal a Kobanê hate bibîrxistin û hate gotin,‘’Kobanêya gavek giring e ji bo têkoşîna enternasyonalîst a nava gelan, nirxekî wisa mezinatiya xwe didomîne ku, di serî de gelê kurd, divê hemû gelên cîhanê lê bibin xwedî.

Berxwedana Kobanê, bûye piştgrî, xwedîderketin û têkoşîna hevpar a hemû gelan.

Ruhê azadî û berxwedana Kobanê, weke hêviya gelên Rojhilata Navîn derket holê, di dilê hemû gelan de kom bû û her mezin dibe.

'DEWLETA TIRK TIŞTA DAÎŞ NEKARÎ PÊK BÎNE BI ARTÊŞA XWE DIDOMÎNE'

Dewleta Tirk ya nijadkuj, tiştên nikaribû bi destê DAIŞ’ê pêk bîne, ew nuha bi arteşa xwe ya dagirker û bi çeteyên xwe yên paramiliter dewam dike. Dewleta tirka, êrîşên xwe yên li ser Kurdistanê û gelên herêmê dewam dike. Di serî de li ser Şingalê, li Başûr, Rojava û hemû parçeyên Kurdistanê, êrîşên xwe yên dagîrkerî û îlhaqkirinê didomîne.

BANG

Divê îro jî, bi ruhê berxwedana Kobanê ya ku bûye navneteweyî ve, li dijî êrîşên dagirkerî, qirkerî û faşîstî yên Tirkiyeyê, em berxwedanê li her deverê bilind bikin!

Di pêşengtiya dostên enternasyonalîst de, di çalakiyên 1’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Kobanê de, divê bi ruhê pêngava Dema Azadiyê ye, li dijî dagirkerî û faşîzmê, li her qadê, em vê rojê bikin roja qîrîna têkoşîna hevpar!

Em KCDK-E, bang dikin Kurdistaniyan, azadîxwaz û parazvanên wekheviyê, ji bo beşdarî çalakiyên Roja Kobanê ya Cîhanê 1 ê Mijdarê yên ew ê li hemû cîhanê pêk were bibin û bi ruhê seferberiyê hewl bidin da ku herkesî beşdar bikin!"