KCD'ê lez da xebatên 'Jiyana Azad û Demokratîk'
KCD'ê lez da xebatên 'Jiyana Azad û Demokratîk'
KCD'ê lez da xebatên 'Jiyana Azad û Demokratîk'
KCD di çarçoveya biryara di lijneya giştî ya awarta de girtî li 45 navenda bi gel re civinan pêk bînin û pêvajoya nû nîqaş bikin.
KCD piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryara KCK'ê ya paşvekişandinê ji bo pêvajoyê bi gel re nîqaş bikin û gel mudaxîlî bikin dê li hemû cihên lê rêxistînî civînan li dar xistin li bajarên Tirkiyeyê jî dê bi BDP û HDK'ê re bi hev re civînan li dar bixin.
Endamê Meclîsa Daîmî yê KCD'ê Cafer Kan, diyar kir ku piştî civînên gel dê li hinek navendan mitîngên li dar bixin.
Kan, anî ziman ku bi civînên li dar dixin dê li hemû aliyên Kurdistanê bi awayekî seferberî tevbigerin û heta 10'ê gulanê dê li 45 navendan civînên gel li dar bixin.
Kan, da zanîn ku lijneya giştî encamnameya weşandin danîn pêşiya xwe û wiha got: "Em ji bo ku em li Kurdistanê gelek civînan li dar bixin, hevdîtinên taybet bikin, xwîndariyên di navberên derdorên cuda de heyî, rewşên din bi dest bigirin bernameya danî pêşiya xwe."
'Seferberiya jiyana azad û demokratîk'
Kan, bilêv kir ku di 26'ê nîsanê de dest bi civînan kir û wiha axivî: "Dîsa me dê bi BDP û HDK'ê re li bajarên rojavayê Tirkiyeyê civîna li dar bixin. Em dê li 45 navendan civînan li dar bixin û pêvajoyê bi gel re nîqaş bikin. Bi vê yêkê em dê li gorî encamameya xwe xebatên xwe yên li hemberî pêvajoyê û çalakiyan em li dar bixin bidomînin."
Kan, destnîşan kir ku ew gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan "Yên vê pêvajoyê bibin gelê Kurdistanê ye" ji xwe kirin şîar û wiha pê de çû:
"Ji berê yekê em dibêjin ev pêvajo ya Kurdistana nû û pêvajoya rêxistinbûnê ye. Li ser saziyên gel û gel peywirekî mezin heye. Ji ber vê yekê peywiran derbixin holê û hewcehî bi kîjan qadan heye bên diyarkirin û wan hewcehiyan ji holê rabikin dê xebat bên meşandin. Di heman demê de amadekariyên xebatên KCD û hevparên wê xwe ji pêvajoyê re amade bikin e. Armanca me ew e ku bi xebetkî bi hêz vê pêvajoyê bi dawî bikin."