KCD'ê ji bo meşa li Enqereyê banga tevlîbûnê kir

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ji bo Meşa Aştî û Azadiyê ya li Enqereyê, banga tevlîbûnê kir.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ji bo Meşa Aştî û Azadiyê ya li Enqereyê, banga tevlîbûnê kir. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li Tirkiyeyê pêvajoyeke gelekî girîng û dîrokî heye. Ji bo çareseriya pirsgirêka bingehîn a welêt pirsgirêka Kurd û çareseriya mijara demokratîkbûyînê, vîna civakî xwe di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de nîşan dabû. Lê belê hêzên ku ev vîna gel nas nekir û dixwazin welêt bi dîktatoriyê bi rê ve bibin, vîna gelên me tine hesibandin û careke din welat û gelên me xistine nava tarîtiyê."

'LI DIJÎ GELAN Û DESKETIYAN ŞER HAT DESTPÊKIRIN'

KCD'ê diyar kir ku desthilatdarî ji bo hesabê nelirêtî û sûcên xwe nede gel û xwe ewle bike, li hemberî gelan û hemû destketiyên demokratîk şer daye destpêkirin û got, "Li erdnîgariya Kurdistanê, balafirên şer bombeyan li jîngehan dibarînin, bi tank û topan qadên sivîlan tên hilweşandin û li hemberî gelê me yê sivîl komkujî tê kirin."

'EM DESTEKÊ BIDIN MEŞÊ'

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser Meşa Aştî û Azadiyê ya ji aliyê KESK-DÎSK-TMMOB û gelek rêxistinên civakî yên sivîl ve li Enqereyê di 10'ê Cotmeha 2015'an de were lidarxistin û hat gotin, "Ji bo aştî, demokrasî û azadiyê, em destekê bidin meşê û tevlî bibin."