KCD’ê ji bo Guven û girtinan daxuyanî da

Kongreya Civaka Demokratîk derbarê lînca siyasî ya li ser hevseroka wan û girtina delegeyên wan ên kongreyê daxuyanî da û nerazîbûn nîşan da.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) derbarê lînca siyasî ya li ser hevseroka wan û girtina delegeyên wan ên kongreyê daxuyaniyeke nivîskî da û nerazîbûn nîşan da.

Di daxuyaniya KCD’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Divê hemû raya giştî bizanibe ku hevseroka me di serî de wê hemû alîgirên aştî û demokrasiyê vê lîstika AKP’ê pûç bikin. AKP ji aştiyê ditirse û sûdê ji şer werdigire. Dawiya van polîtîkayan tune. Em bang li hemû hemwelatiyan dikin ku bila li dijî îstîsmarkirina doza Kurdan derkevin a ku bi desthilatdarî wê dike. Tespîta siyasî ya hevseroka me wekî ku nû ye, berê lîncê didin ser wê.

Pê re jî li Wanê Endamê Dîwana Hevserokatiya KCD’ê Fîkret Dogan û 6 delege hatine girtin. Ev van girtin û destgîrkirinên bêhiqûqî qebûl nakin.

Em bang li hemû rêxistinên jinan, gelan, raya giştî ya neteweyî, rêxistinên girseyî yên demokratîk, sendîka û rêxistinên kedê dikin ku li hemberî van êrîşên li ser kongreya me û endamên me nerazîbûna xwe nîşan bidin. Ev zextên bêhiqûqî û neheq biryardarî û bawerîya me ya ji bo doza me xurt dike.  Em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê aştiyeke bi rûmet diyarî gel û welatê xwe bikin.”