KCD'ê banga 'Dibistanan boykot bikin' kir

KCD'ê banga 'Dibistanan boykot bikin' kir

Hevparên Kongreya Civakên Demokrasi (KCD), ji bo di 16 Îlonê destpêka sala nû ya perwerdehiyê de dibistanan boykot bikin û daxwaza perwerde bi zimanê dayîkê bikin daxuyanî da. Endamê Meclîsa KCD Osman Ozçelîk axaftinek kir û wiha got: "Em saziyên sivîl ên civakî pergala perwerdehiya heyî wekî çerxa bişaftinê dibînin û em dê vê yekê boykot bikin."

Hevparên Kongreya Civakên Demokrasi (KCD), bi daxwaza perwerdehiya zimanê zikmakî û boykotkirina dibistanan a perwerdehiya wan di 16 Îlonê de dest pê dike, li ber avahiya KCD daxuyanî da çapemeniyê. Endamê Meclîsa KCD Osman Ozçelîk, Serokê şaxa Egîtîm Sen'ê ya Amedê Kasim Bîrtek, Rêveberên BDP'ê Endamên Meclisa Şaredariyê, şaredara Rezan Yuksel Baran û hevparên KCD beşdarî daxuyaniyê bûn. Endamê Meclîsa KCD Osman Ozçelîk axaftinek kir û wiha got: "Em wekî saziyên sivîl ên civakî dibînin ku dê Çerxa Asîmîlasyonê di 16'ê Îlonê de çarek din li ser gelê kurd pêk bê. Em bi salanin li hemberî vê asîmîlasyonê têdikoşin. Asîmîlasyon sucê giran ê mirovahiyê ye. Em vê polîtîkaya bişaftinê şermezar dikin û qebûl nakin. Em AKP'ê û hikumetê şiyar dikîn, eger dixwazin di nava şert û mercên wekhev aştiyane de bijîn, divê şertên me qebûl bikin û di makezagonê de daxwazên me werin qebûlkirin. Em ji vê daxwaza xwe na vegerîn."

Serokê Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Amedê Kasim Bîrtek jî destnîşan kir ku ziman yan axaftin bi kesekê ve girêdayî nîne û wiha got: "Eger gelek zimanê xwe di nava civakê zimanê xwe bi karneîne û perwerde nebe dibe sedema tunebûna wê civakê. Em weke civakên sivîl dixwazîn zimanê kurdî di dibistanan de bibe zimanê fermî. Ger ev yek nebe wê aşitî pêk neyê."