KCD: Divê PDK dev ji helwesta xwe ya komkuj biqere

KCD’ê êrîşên çeteyên AKP/PDK’ê yên bi ser Êzdiyên Şengalê, şermezar kir.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşa bi ser civaka Êzîdî ku dixwestin êrîşên çeteyên AKP/PDK’ê şermezar bikin, şermezar kir. KCD’ê got têkiliyên PDK’ê yên bi AKP’ê re bûne êrîşên dijî destkeftiyên Kurd û got: ‘’Herî dawî hewldana dorpêça Şengalê ya bi destê PDK’ê bûye nîşaneya komkujiyê ya bi ser Kurdên Êzîdî. Diyar e ku ev hevalbendî ti sûda wê ji yekîtî û destkeftiyên Kurdan re nîn e. Careke din eşkere bûye ku PDK bi polîtîkayên xwe yên dijminane yên bi ser Kurdên Êzîdî û destkefiyên wan, xizmetî polîtîkayên gemarî yên AKP’ê kiriye. Êrîşa çeteyên ku ji hêla PDK-AKP’ê hatine perwerdekirin bi ti rengî nayê qebûlkirin. Beriya salvegera komkujiya Helepçe bi çend rojan pêkanîna van êrîşan jî, diyar dike ku komkujiyên ku xwe dispêrên dijminatiya Kurdan ji heman hişmendiyê xwe têr dikin.’’

KCD’ê diyar kir ku ev êrîşên ku têne kirin bi ti rengî sûda wan ji destkeftiyên Kurdan re nîn e û wiha hate gotin:‘’Em weke Kongreya Civaka Demokratîk, em vê êrîşa bi ser gelê me yê Êzîdî de weke êrîşa bi ser gelê Kurd de dibînin, şermezar dikin. Em bang li PDK’ê dikin ku demildest dev ji vê helwesta xwe ya komkuj a dijî Kurdên Êzîdî biqere.’’