KCÊ-E'yê li dijî talankariya qeyûm banga berxwedanê kir

KCÊ-E'yê li dijî polîtîkayên qeyûm û desteserkirina şaredariyên li Kurdistanê banga berxwedana bi çalakiyên demokratîk kir û diyar kir ku gelê Kurd wê bi têkoşîna xwe, polîtîkaya qeyûm têk bibe.

Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê li ser desteserkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê daxuyaniyek weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de hate ragihandin ku desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst li ber têkçûnê ye, lewma ji bêçaretiyê karakterê xwe yê herî qirêj radixe pêş çavan û rêbaza talankirinê ji nû ve xistiye dewrê.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku rêbaza faşîst a talanker bûye çandeke desthilatdariyê ya kevneşop û ne ya destpêkê ye, ne jî ya dawî ye.

Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê got, "Ya ku dawî li vê yekê bîne û faşîzmê têk bibe, têkoşîna hêzên demokrasiyê û gelan e."

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku divê pêvajoya helandina faşîzmê neyê sistkirin, berevajî divê bê xurtkirin û rêya vê jî têkoşîna encamgir û bandor e.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Avakirina aştiya bi rûmet û mayinde divê bi berxwedaneke demokratîk a gel pêk were û ev yek bibe armanca bingehîn. Bendewariya dûrxistina qeyûm a bi hilbijartinê ne rast e. Gelê Kurd wê bi xwedîderketina li rûmet û îradeya xwe, bi rêbazên berxwedana demokratîk polîtîkaya qeyûm têk bibe û biavêje ser sergoyê dîrokê."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li gelê Kurd, bi taybetî jî civaka Êzidî, hêzên demokratîk, pêşverû û aştiyane hate kirin ku dest bi pêvajoyeke çalakiyan a demokratîk bikin.

Her wiha bang li saziyên navneteweyî jî hate kirin ku li hemberî kiryarên antî demokratîk helwestek û nerazîbûneke tund nîşan bidin.