KBDH'ê Ada ya li Til Temirê şehîd bû bi bîr anî

Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan (KBDH) bi daxuyaniyekê, endama damezrîner û Komîteya Navendî ya DKP/BOG Aynûr Ada (Goze Altûnoz) a li Til Temirê şehîd bû bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Ada li lîseyê li bendên berxwedanê, li kampusan li standan, li qadên gerîla û her qada berxwedanê ya ku lê bû bi hişmendiya azadiya jinê têkoşiya.

KDBH'ê destnîşan kir ku Ada di ciwantiya xwe de li ber neheqiyê rabû, li dijî paşverûtiyê dest bi têkoşîna rêxistinbûyî kir, bi sekneke milîtanî xwe gihand xaka Rojava.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Ada tevlî pêngavên Minbic û Holê bû û hate gotin, "Li qadên gerîla bi berpirsyariya têkoşîna şoreşa yekbûyî tevgeriya û di damezrandina Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Jinan de xwedî roleke mezin bû.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hevrê Ada li xeta Til Temirê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst hem di karên xwe yên li nava Tabûra Azadiyê ya Enternasyonalîstan hem jî bi têkiliya xwe ya hevrêyên xwe, gel û bi taybetî zayenda bindest re her tim bi gavekê li pêş bû, bi şev û roj dixebitî û bi coş û moral berpirsyariya xwe ya şoreşgerî pêk dianî."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di şexsê Ada de ji bo bîranîna cangoriyan wê li xaka Rojava şoreşê bi rengê herî baş biparêzin û li Tirkiye û Kurdistanê ji bo rizgariya zayenda bindest û gelan bênavber şer bikin.