Kaya yê ji aliyê desthilata AKP û MHP’ê hatibû qetilkirin, hate veşartin
Girtiyê nexweş Sabrî Kaya yê ku ji aliyê desthilatdariya AKP û MHP’ê bi qestî nehatibû berdan û piştre jiyana xwe ji dest dabû, hate veşartin.
Girtiyê nexweş Sabrî Kaya yê ku ji aliyê desthilatdariya AKP û MHP’ê bi qestî nehatibû berdan û piştre jiyana xwe ji dest dabû, hate veşartin.
Girtiyê nexweş Sabrî Kaya yê ku li Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê de bû, piştî biryara berdana wî hate dayîn, jiyana xwe ji dest da. Malbata wî cenazeyê wî ji morga Saziya Tipa Edlî wergirt û anîn Ceyhanê
Polîsan li ser goristanê êrîşî veşartinê kirin û diyar kirin ku ji ber koronavîrusê divê hindik kes tevlî merasîma veşartinê bibin. Di navbera malbata Kaya û polîsan de nîqaş kirin.
Cenaze di bin dorpêça polîsan de hate veşartin.