Kaya yê greva birçîbûnê: ''Encam wê bêhempa be''

Berxwedêrê greva birçîbûnê H. Abdullah Kaya ku ji 9'ê Çile ve di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye, gotina Fermandar Çiyager bi bîr anî û got,''Çi dibe bila bibe encam wê bêhempa be''.

Çalakgerê greva birçîbûnê H. Abdullah Kaya ku ji 9'ê Çile ve li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ji kovara zindanê ya Giravê re axivî, bersiv da pirsên Zekî Kayar. Hevpeyvîna Zekî Kayar 30'ê Adarê 30'ê Adarê li kovara Giravê hatiye weşandin.

H. Abdullah Kaya dibêje dema ku gotina ''hûn nikarin bi milyonan di hicreyê de bigirin'' ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwendiye, ji bo ku ew ji vê gotinê re bibe bersiv û hem jî ji bo ku rexneyadayina dîlbûna Ocalan a 20 salan bide, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye. Kaya dibêje ew hêza xwe ji Ocalan, ji şehîdan û ji Tevgerê distîne, ji bîr û baweriya bi serkeftinê distîne.

Kaya di hevpeyvînê de bi berdewamî dibêje, ji niha ve çalakî mizginiya serkeftinê dide, berxwedan bûye malê mirovahiya pêşverû. Kaya dibêje dema ku dest bi berxwedanê kiriye ew qet lê nefikiriye bê ka wê greva birçîbûnê çi qasî bidome, wan gotiye, çi dibe bila bibe vê pêvajoyê bi serkeftinê tacîdar bikin û wan xwe bi armancê ve girêdaye, çendî dirêj bidome jî ew ê bigihijin aramnca xwe.

Kaya li ser pirsa  ji bo wî tê çi maneyê ku greva birçîbûnê bi pêşengiya jinekê, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven dest pê kiriye, dibêje, bi encama têkoşîna jinan a bi salan e ku bi pêşengiya Leyla Guven vê çalakiyê dest pê kiriye, di nav tevgerê de heta niha gelek jin mîna Leyla Qasim, Sara, Viyan pêşengî kirine û şehîd bûne û ev jî asta bîrdoziya rizgariya jinê nîşan dide. Kaya got, ''Heval Leyla di vê pêvajoyê de baran giran hilgirt û bi serbilindî dimeşe, pêşengiya berxwedanê dike. Bawer im ev pêşengî wême tevan bibe serfiraziyê.''

Li ser çalakiyên fedayî yên li zindanan ên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, ku Zulkuf Gezen, Ayten Bedet, Zehra Saglam, Medya Çinar û beriya wê li Ewropayê Ugur Şakar pêk anî, H.Abdullah Kaya got, ''Çalakiyên hevalan asta pêvajoyê diyar kir. Demên dîrokê kesayatên dîrokî bi xwe re tînin. Hevrê Zulkif, Ayten, Zehra û Medya, Ugur hem sembola berxwedanê ne, hem jî kesayatên dîrokî ne, bûne dîrok, di berdewamiya têkoşîna gelê Kurd de pêşengên me yên mîna Mazlûm, Kemal, Zîlan û Egîdan mohra xwe li dîrokê dan.''

Kaya got bi berxwedana greva birçîbûnê re çavê hemû cîhanê kete ser dewleta Tirk û ji vî alî ve çalakî ji niha ve serkeftî ye, daxwaza wan jî bi şikandina tecrîdê ya li ser Ocalan serkeftinê mîsoger bikim. Kaya got, ''Dereng an jî nêz teqez ev ê pêk were. Bi qasî serê derziyê jî gumanê ji vê nabim. ''

Berxwedêrê greva birçîbûnê H. Abdullah  Kaya herî dawî got, ''Çi dibe bila bibe dawî wê bêhempa be'' Qet gumanê jê nabim, dawiya wê pêvajoyê mîna fermandar Çiyager ji bo berxwedana xweseriyê gotî, ''encam wê bêhempa be''. Berxwedan ji heşt hezar hevalan zêdetir, ev berxwedan dîrokî, bi vîn û biryardarî didome.''