Kaya roja hate berdan jiyana xwe ji dest da, cenazeyê wî birin ATK

Sabrî Kaya ku li gel nexweşiya xwe ya giran nedihate berdan, roja ku hate berdan ji ber nexweşî lê giran bûbû jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê wî ji bo otopsiyê rakirina Saziya Tipa Edlî (ATK) ya li Edeneyê.

Girtiyê bi nexweşiya giran Sabrî Kaya 21'ê Gulanê ji Girtîgeha Tîpa T Hejmara 2 a Osmaniyeyê hatibû berdan.

Kaya berê bi dehan caran rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Osmaniyeyê, ew birin servîsa lezgîn, lê belê tevî ku dihate zanîn nexweşiyên wî giran in rapora 'dikare li girtîgehê bimîne' ji wî re dihate dayin, heta 20'ê Gulanê.

Kaya heman rojê ji bo tedawiyê rakirin Nexweşxaneya Balcali ya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Çûkûrovayê. Serdozgeriya Komarê jî wê rojê biryara berdana wî da.

Kaya 21'ê Gulanê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê wî ji bo otopsiyê birin morga ATK'ê. Piştre tê payin ku malbata wî cenazeyê wî li navçeya Ceyhan a Edeneyê veşêre.