Katircioglû: AKP wekî şîrketeke malbatê welat bi rê ve dibe

Parlementerê HDP’ê Erol Katircioglû diyar kir ku Başkentgazê bi rêya Kizilayê bexşeke zêde daye Weqfa Ensarê û AKP wekî şîrketekê welat bi rê ve dibe.

Parlementerê HDP’ê Erol Katircioglû diyar kir ku Başkentgazê bi rêya Kizilayê 8 milyon bexş daye Weqfa Ensarê ya ku bi îstîsmara li ser zarokan re hatibû rojevê.û AKP wekî şîrketekê welat bi rê ve dibe. Katircioglû diyar kir ku Azîz Torûn ê li ser şîrketa Başkentgazê di heman demê de damezirînerê Weqfa Ensarê ye û hevalê Serokkomar Erdogan e.

Katircioglû qala pêvajoya 17-25’ê Çileyê de kir û diyar kir ku di qeydên telefonan de jî dihat dîtin ku Erdogan ji karsazan zekat kom dikir.  Heke şîrketek bexşê bide weqfekê divê bi qasî 5 ji sedî bacê bide. Başkentgaz bi rêya Kizilayê ev bexş kiriye û dixwaze bacê nede.

Katircioglû diyar kir ku Weqfa Ensarê bi îstîsmara li ser zarokan hatiye rojevê û ji ber vê jî ev bexş skandal e. Katircioglû bal kişand ser vî tiştî ku vê bexşa skandal tê wateya ku AKP wekî şîrketeke malbatê, welat bi rê ve dibe.

HEMÛ SAZÎ BÛNE ALÎGIR

Katircioglû diyar kir ku hemû sazî bûne alîgirên rejîmê û got ku “Kontrola van saziyan ketiye destê desthilatdariyê. Mirov dikare TRT, Ajansa Anadolûyê, Saziya Bilind a Hilbijartinê, Saziya Sazkirin û Kontrolê ya Bankavaniyê wekî mînak bide.”

Katircioglû diyar kir ku AKP berê bi rêya şaredariyan alîkariya pereyan dida cemaat û weqfan lê aniha ji ber ku şaredarî ji destê wan derketiye, ji ser şîrketên nêzî xwe bi bexşan li ser pêyan e.

Katircioglû bal kişand ser vî  tiştî ku bi piştgiriya MHP’ê qanûnên antî demokratîk ji meclîsê tê derbaskirin, qeyyûm tên wezîfedarkirin û hemû saziyên darizandinê ketine bin kontrolê. Katircioglû got ku “Ev zext û bêhiqûqî roj bi roj zêdetir dibe. Li hemberî van metodên faşîzane belkî dengekî xurt dernakeve lê hemû kes ji van tiştan aciz in. Di hilbijartina dawîn a Stenbolê de gel ev peyam daye desthilatdariyê û divê CHP jî siyaseteke xurt bide meşandin. Divê CHP dûrî HDP’ê nesekine û doza Kurdan wekî meseleyek demokrasiyê bibîne.”