Kartal: Tenê Rêberek heye û ew jî Ocalan e
Hevserokê Kongra- Gel Kartal ji bo azadiya Ocalan banga têkoşînê kir, bang li tevgerên Kurd ên Başûr kir ku dev ji polîtîkayên şaş berdin û polîtîkaya parastina hevpar ava bikin û got, ev mecbûriyetek e.
Hevserokê Kongra- Gel Kartal ji bo azadiya Ocalan banga têkoşînê kir, bang li tevgerên Kurd ên Başûr kir ku dev ji polîtîkayên şaş berdin û polîtîkaya parastina hevpar ava bikin û got, ev mecbûriyetek e.
Kartal tevlî çalakiya rûniştinê ya li Strasboûrgê ya Fransayê ya li ber CPT’ê bû û axivî. Remzî Kartal got ji bo azadiya Ocalan divê têkoşîn were geşkirin. Kartal diyar kir ji ber polîtîkayên şaş ên Barzanî ên di referandûmê de gel winda kiriye û Kurd tenê hatine hiştin.
‘POLÎTÎKAYÊN KU TIM DIBÊJIN, ‘EZ’ DIDIN WINDAKIRIN’
Hevserokê Kongra- Gel Remzî Kartal got parastina azadiya Ocalan ji endamtiya partî û saziyan cuda ye. Kartal bal kişande ser giringiya azadiya Ocalan a ji bo azadiya Kurdan û gelên Rojhilata Navîn kir û got divê her kes bibêje, ‘ji bo Kurdistanê min çi kir’ û tim çalak be.
Kartal bal kişande ser girîngiya sîstema li Rojava a bi pêşengiya Ocalan û Tevgera Azadiya Kurdistanê pêk hatî û got hatiye ispatkirin bê ka ev modêl modêleke çawa ye.
Kartal polîtîkayên bi hişmendiya netew-dewletê rexne kir û got,hişmendiya ku dibeje, ‘tim ez, ez çi bikim rast e’ li ber çava ye ku rewşê tîne kûderê. Mesûd Barzanî bi vê mantiqê tevdigere.’’
Kartal got beriya referandûmê hemû dinya li cem Kurdan bûye, îtîbara ku van salan dawî bi xwîna bi hezaran şehîdî hatibû bidestxistin ziyan ditiye, Enqere, Şam, Bexda û Tehran ku beriya referandûmê dijiminê hev bûne niha dîsa têkilî danîne.
BARZANÎ DIVIYA HEMÛ KOM BIANÎNA CEM HEV Û BIRYARA BERXWEDANÊ BIDANA
Kartal got polîtîkayên şaş ên referandûmê 4 dewletên dagirker anîne cem hev, piştî referandûmê li dijî êrîşên Iraqê ti hêzeke Başûrê Kurdistanê dest ne hilaniye û ev rexne kir. Kartal got ev hêz hêza leşkerî, aborî û siyasî di dest xwe de digirin û got Barzanî divê wek rêveberiya herêma Kurdistanê divê hemû hêzan û parlamentoyê bîne cem hev, parastineke hevpar ava bike. Kartal got heke ev bihata kirin hemû Kurd li dijî hêzên dagirker wê li ber xwe bidane û ev arîşeya rêbertiyê ye.
‘TENÊ RÊBERTIYEK HEYE Û EV JÎ OCALAN E
Kartal diyar kir tekane hêza ku li Kurdistanê rêbertiyê ji gel re dike Ocalan e û got Kurd dikarin heq ji arîşeyên xwe derkevin.
Kartal diyar kir êrîşên bi ser Qadên Parastinê ya Medyayê, Rojava û Başûr de hevdemî ne û got dixwazin bi vê Kurd bi temamî werin fetisandin.
Kartal diyar kir ku bêyî Ocalan jiyaneke azad wê nebe, li gorî berê Kurd pir bi pêş ketine lê ji têkoşîna domdar berdêlên dî jî dixwaze.
Kartal diyar kir ku hikûmeta Erdogan û dewleta Tirk ji hela aborî û siyasî ve di rewşeke pir xedar de ye û got, ‘’çi dema ku ditengijin bi ser Rêbertiya me de êrîşan tînin.’’
Kartal diyar kir ku bi têkoşînê hem gel û hem Ocalan wê azad bibe.