Karkerê elektrîkê ew girt jiyana xwe ji dest da
Karkerê elektrîkê ew girt jiyana xwe ji dest da
Karkerê elektrîkê ew girt jiyana xwe ji dest da
Karkerê Amedî Serkan Aydin (19) ê li Kirşehîr di înşaeta têde dixebitî elektrîkê ew girt li Nexweşxaneya Kayserî ku tedawî didît jiyana xwe ji dest da.
Li gor agahiyên hatin wergirtin, Serkan Aydin ê di înşaeta TOKÎ ya li Taxa Bagbaşî ya Kirşehîr karê mermeran dikirin di asansora bar a tê îdîakirin ku kontaka elektrîkê têde heye elektrîkê ew girt. Ciwanê bi giranî birîndar bû bi ambulansê rakirin, Nexweşxaneya Perwerde û Lêgerînê ya Zanîngeha Ahî Evran.
Dilê Aydin ê sekinîbû bi mudaxeleya doktoran careke din ji nû ve xebitî, paşê bi ambulansa helîkopter a Wezareta Tenduristiyê anîn Kayserî. Aydin li Klînîka Lezgîn a Zanîngeha Erciyes piştî mudaxeleyê vê carê jî şandin beşa lezgîn a nexweşxaneyeke taybet. Serkan Aydin duh jiyana xwe ji dest da.
Piştî otopsiyê xizmên Aydin cenazeyê wî birin Amedê.