Karakulhanci: Têkiliya YE ya bi Tirkiyeyê re li ser plana jeostratejîk û berjewendiyan e

Rojnameger Ayşegul Karakulhanci diyar kir ku di têkiliya Yekîtiya Ewropayê (YE) û Tirkiyeyê de wê tiştekî baş ê ji bo gel û demokrasiyan dernekeve holê.

Yekîtiya Ewropayê (YE) ya ku ji ber gefên şer ên Tirkiyeyê li dijî Lîbya, rojhilatê Behra Spî û Yewnanistanê xwe aciz dikir, di têkiliyên wê yên dawîn ên bi Tirkiyeyê re nermbûneke dualî pêk tê.

Di pêvajoya ku li Tirkiyeyê mafê mirov û jinan gelekî tê binpêkirin, di 6’ê Nîsanê de Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula Von Der Leyen û Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê Charles Mîchel li ser navê YE çûn ber pêyê Erdogan.

Rojnameger Ayşegul Karakulhanci qala têkiliya YE û Tirkiyeyê, nermbûna her du aliyan û birêveçûna têkiliyên wan kir.

Karakulhanci diyar kir ku Yekîtiya Ewropayê di têkiliya xwe de ya bi Tirkiyeyê polîtîkaya di çarçoveya mafên mirovan de û feraseteke demokratîk naşopîne. Karakulhanci got “Têkiliya xwe ya bi Tirkiyeyê bêtir li ser berjewendiyên ekonomîk û planên stratejîk ên jeopolîtîk dimeşîne. Dema firotina çekan û problema penaberan li vî tiştî zêde dibe, xwe nêzî lihevkirina bi Erdogan re dikin. Ji ber vê jî meseleyên wekî mafên mirovan, demokrasî û hiqûqa navneteweyî ne li gorî mûxalifên li Tirkiyeyê ne.

Piştî ku Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Joe Bîden hate hilbijartin û peyama ‘Em ê bi awayekî xurt bi Yekîtiya Ewropayê re bixebitin’ da, YE piçekî aram bû. Ji ber ku êdî binpêkirinên mafên mirovan û problema demokrasiyê ya li Tirkiyeyê dewrî DYE kir. Hikumeta Joe Bîden dibe ku di meseleya S-400’an de yan jî di doza Halk Bankê de dibe ku zêdetir qala van tiştan bike.”

Karakulhanci li ser pirsa ku ‘Di vê pêvajoyê de Tirkiye ji Peymana Stenbolê veqetiyaye, di warê demokrasiyê de tengijîn heye, cînayetên li ser jinan didome, li ser hemû kesan zext heye, tê xwestin ku HDP were girtin, wekî di mînaka Gergerlîoglû de parlementer tên girtin, ma serdana Ursula Von Der Leyen û Charles Mîchel gelekî pêwist bû’ diyar kir ku ev serdan ne hewce bû. Karakulhanci li ser vê serdanê got “Bi vê serdanê re peyamek dan aliyên tifaqa Erdogan. Wan dizanîn ku wê ev serdan destê Erdogan xurt bike. Şertên şewbê û krîza ekonomîk a welat jî bi ser de, rayedarên di asta herî bilind a Yekîtiya Ewropayê çûn ber pêyê Erdogan.

Lê divê ev jî neyê jibîrkirin Ewropa di warê penaberan de zextan li Enqereyê dike. Ev dibe sedema panîkê. Meseleya penaber û koçê ji bo Ewropayê bûye travmayek û hê jî ev derbas nekiriye. Divê mirov têkiliyên fînans û bazirganî, firotina çekan jî lê zêde bike. Tirkiye ji welatên Yekîtiya Ewropayê bazareke girîng e, em qala hacîmeke mezin a bazirganiyê dikin. “

Karakulhanci diyar kir ku dema Tirkiyeyê li rojhilatê Behra Spî dest bi xebatên sondajê kir û helwesteke mîlîtarîst nîşan da, ev bû sedem ku di navbera wê û YE de krîzeke mezin pêk were. Rojhilatê Behra Spî sînorê Başûr ê Yekîtiya Ewropayê ye. Qadeke berfireh e ku sînorê Îtalya, Yewnanistan, Kibris, Fransa pê re heye. Şerekî li vir wê li dijî ewlekariya sînorên Yekîtiya Ewropayê bibe gefek. Di nav YE de jî heke biryarek were stendin divê hemû dewletên endam jî qebûl bikin. Dema yek qebûl neke, rêveçûn hêdî diçe.Yewnanistan û Kibrisê ev dikirin, Ji ber vê jî divê krîza li rojhilatê Behra Spî bihata çareserkirin. Meseleyeke din jî koça ji ser Efrîka û Lîbyayê dihat Ewropayê bû. Yekîtiya Ewropayê jixwe ji ber koça ji Sûriyeyê ya ku ji ser Tirkiyeyê dihat, gelekî tengav bûbû. Rojhilatê Behra Spî ji bo YE di warê jeostratejîk de gelekî girîng e û dema ku Tirkiyeyê li vê derê gavek bi paş ve avêt, ev bû sedema aramiyekê.

Derbarê têkiliya YE û ya Tirkiyeyê têgeheke bi navê ‘rojeva pozîtîf’ heye. Ev bûyerên li rojhilatê Behra Spî xala sereke ya ‘rojeva pozîtîf’ bû. Antîdemokratîkbûna Tirkiyeyê, binpêkirinên mafên mirovan û bêhiqûqtî ne meseleyên wisa ne ku berjewendiyên bingehîn ên YE dike hedef. Ji ber vê Tirkiyeyê aloziya li rojhilatê Behra Spî zêde kir. Armanca wê ev bû ku vê aloziyê bîne asta herî jor û heta jê were tiştan ji YE bistîne. Jixwe YE jî vê pragmatîstbûna Erdogan û hikumeta wî dizanin. Wan jî bi nûkirina peymana penaberan dest pêkir. Piştî vê meseleyê ‘rojeva pozîtîf’ vekirin. Tirkiye dizanî ku wê wisa bibe. Ji ber ku peymana li ser penaberan tê wateya pereyan. Dibêjin ‘Heke ez notirvaniya YE dikim nexwe hûn jî bi awayekî biha berdêla vî tiştî bidin’ Tirkiye di warê ekonomîk de tengijiye. Li derve pere, veberhênan hema çi têkeve ber dixwaze bi dest bixe. Wê YE jî hinek pereyên din bide Tirkiyeyê. Wê ji raya xwe ya giştî re bibêje ‘Binihêrin Tirkiyeyê li rojhilatê Behra Spî bi gotina me kir. Em ê jî evqasî pereyan bidin Tirkiyeyê. Divê em ji bîr nekin ku di meseleya Kibrisê de YE xurt bû. Qada Tirkiyeyê piçekî din teng bû. Rêveberiya DYE li Kibrisê dixwaze tek dewlet hebe. Di demên pêş de wê gelekî qala meseleya Kibrisê were kirin.”

Karakulhanci diyar kir ku dema Tirkiye kete Efrînê, YE zêde aciz nebû û got “Di vê meseleyê de her welatê di nav YE li gorî polîtîkaya xwe û berjewendiyên xwe yên şexsî tevdigere. YE di wextê de meseleya Sûriyeyê jî dewrî DYE kiribû. Elmanya li Sûriyeyê li pişt Tirkiyeyê ye. Ew hemû jî dizanin bandora Enqereyê li ser komên cîhadîst heye. Li pişt deriyên girtî bazara vî tiştî dikin.”

Karakulhanci diyar kir ku tu derdekî YE tuneye ku li Tirkiyeyê problemên mafên mirovan were çareserkirin. YE naxwaze xwe tevlî polîtîkaya navxweyî ya Tirkiyeyê bike. Ji Tirkiyeyê tiştên teknîkî dixwazin. Bila li gorî peymana tevbigerin, dev ji polîtîkayên xwe yên erîşkar berdin. Pê re jî muzakereyên endamtiyê hatine sekinandin. Li ser hin sazî û dezgehan zextên fînansî jî dikin. Mûxalefeta Tirkiyeyê ji YE gelek tiştan hêvî dikin. Heke YE ji toneke bilind biaxive wê mûxalefet piştgiriyeke psîkolojîk werbigire. Lê wisa xuya dike YE dixwaze têkiliya xwe ya bi Tirkiyeyê re di hevsengiyê de bi rê ve bibe. “

Karakulhanci bal kişand ser vî tiştî ku heta YE wisa li ser bingeha berjewendiyên ekonomîk û jeostratejîk tevbigere, wê ji bo mafên mirovan a li Tirkiyeyê tiştek pêk neyê û got “Di van têkiliyan de wê ji bo gelan û demokrasiyê tiştekî baş dernekeve holê. Li gorî min Tirkiyeyê wê di demên pêş de nikaribe di polîtîkaya derve de gavan biavêje, ji ber ku di meseleya Misir, Lîbya û rojhilatê Behra Spî de bi paş ve gav avêt. Wê Tirkiye êdî berê xwe bide polîtîkaya navxweyî. Di warê mafê mirovan de wê zext zêdetir bibin.”