Karahancî: Divê em modêla perwerdehiyê ya alternatîf pêşniyar bikin

Hevseroka Egitim-Senê ya bi nimroya 1’ê ya Amedê Karahanci diyar kir, ji bo ku ew peywira xwe dîsa bi dest bixin û ji bo perwerdehiya bi zimanê dayikê, laîk, zanistî pêk bînin, ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin.

Karahanci diyar kir ku hewldana wan bê encam bimîne ew ê dest bi grêva birçîbûnê bikin.

Karahancî modêla alternatîf pêşniyar kir û got, ‘’Em modêleke wiha ya perwerdehiyê pêşniyar dikin ku bi têkoşîna civakî û daxwaza civakî re li hev be.’’

Lingekî konsepta şer a desthilatdariya AKP/Qesrê ye qada perwerdehiyê ye  ku Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de (BHK) dixwaze vê pêk bîne. AKP ya ku dixwaze di qada perwerdehiyê de ‘mamosteyên serjêrbûyî’ dixwaze, mamosteyên dijber ji kar derdixe û bi vî rengî dixwaze armanca xwe pêk bîne.

Hava Karahancî anî ziman, li tevahiya herêmê 9843 endamên Egîtîm Senê, ji ber ku tevlî çalakiya karberdanê ya yek rojî bûne, ya bi çarçoweya ‘’ji şer re na, em ê aştiyê bixwazin’ ji kar hatin avêtin. Karahancî bi lêv kir ku, ‘’Me bi heqê xwe yên bidestxistî ên sendîkayî ji ber ku me got, ‘bila zarok nemirin, bila dibistan nebin qişleyên leşkerî û xira nebin, bila ne mirin û şer; aştî û jiyan hebe’’ ji ber ku me bi van gotinan helwesta xwe ya rêxistinî, civakî û sendîkayî nîşan da em ji kar hatin dûrxistin.”

Karahancî ragihand ku bi perwerdehiya laîk, zanistî û bi zimanê dayikê ew xebatan dikin ku sîstemeke alternatîf ava bikin û wiha pê de çû, ‘’Em dixwazin modêleke perwerdehiya ava ya bi têkoşîn û daxwaza civakî re li hev pêk bînin. Ji ber ku perwerdehî ne ew e ku mirov xwendekarên li nav çardîwara komkirî mehkûmî naverokekê bike.’’

 ‘KESÊN KU BI MAMOSTETIYÊ RE TI TÊKILIYA WAN NÎN E KIRIN KAR’

Karahancî destnîşan kir ku li şûna mamosteyên ku ji kar hatin dûrxistin kesên ku ti têkiliya wan bi mamostetiyê re nîn e hatine bicihkirin û got; ‘’Li navend û navçeyan ji her salê zêdetir mamosteyên demdemî kirin ser kar, lê dema ku lîsteya van kesên ku çûne ser kar kete destê me, me dît ku gelek kesên ku weke mamosteyên demdemî kirine ser kar ti têkiliya wan bi mamostetiyê re nîn e. Dema ku ji vê  hêlê ve em nêzîk dibin, em dibînin ku desthilatdarî bi pergala xwe re jî dikeve nakokiyê, ji ber ku, weke ku hûn jî pê dizanin dibistanên li Tirkiyê li gorî puanekê hatine sîstematîzekirin û zarok bi ezmûnan li dibistanan hatine bicihkirin. Ji bo vê jî di serî de li lîse û dibistana seretayî xwendekar, zarokên me wê bi problemên mezin re hevrû bibin. Lê wezaretî ji ber ku herêm hemû ji çav derxistiye, bi nêzîkatiyên hişk xwendekar, mamoste û malbat li derveyî vê rewşê hiştine.’’

‘DESTHILATDARÎ DIXWAZE ME ÇAVTIRSANDÎ BIKE’

Karahancî diyar kir dixwazin kedkarên perwerdehiyê bi ‘birçîbûnê terbiye bikin’ û got, ‘’Em dizanin ku em têkoşîneke mafdar didin û weke li Dêrsimê hemû hevalên me yên li herêmê wê dîsa vegerin ser kar û barên xwe, ji ber pîşeya me bi keda xwe me bi dest ve aniye. Li vir daxwaza sereke ya desthilatdariyê ew e ku me çavtirsandî bike û xwe bikişîne ser xeta xwe. AKP dixwaze hêza sendîkayî ya ku li dijî pergala peymanî ya li ser performansê ku AKP dixwaze wê pêk bîne, parçe bike. Lê weke demên bihurî îro jî li dijî van lîstikan em ê nepirnisin û helwesteke rêxistinî nîşan bidin.’’

‘KU EM ENCAMÊ NESTÎININ EM Ê DEST BI GRÊVA BIRÇÎBÛNÊ BIKIN’

Karahancî bi bîr xist ku ew bi rojan e di çalakiya rûniştinê de ne û wiha pê de çû: ‘A rast çalakiyên bi vî rengî ne bi dilê me ne, lê ji ber ku muxalefeta civakî ya li herêmê bipinisînin modêla Rewşa Awarte ragihandin, helwestên herî demokratîk ên saziyan ên wekî daxuyaniya çapemeniyê, meş û hwd. jî ji hêla Walitiya Amedê ve hatin qedexekirin. Ji ber vê jî dema ku em di nav çarçoweya demokratîk de derketin qadan bi hêzeke mezin bi ser me de hatin û nêzî 50 hevalên me hatin binçavkirin. Lê rewşên bi vî rengî ji bo me ne asteng in, neheqiyeke mezin li me hate kirin û heta ku ev neheqî bidawî bibe, ji hêla hiqûqî ve em ê hemû heqên xwe bi kar bînin. Ku ev hemû hewldan ti encamê bi xwe re neyînin li gorî daxwaza ku zemîna me hatî em ê dest bi grêva birçîbûnê bikin. Ji bo vê jî ji bo kesên têkildar banga me ew e ku dev ji mentiqê cezakirina civakê biqerin û li ser zemîna hiqûq û demokrasiyê tevbigerin.’’

 

...