Kaplan: Em hemû tên guhdarkirin

Kaplan: Em hemû tên guhdarkirin

Parlamenterê BDP'ê yê Şirnexê Hasîp Kaplan diyar kir ku, ew hemû tên guhdarkirin û wiha got: "Ez ji roja ku min dest bi parêzertiyê kiriye heta niha têm guhdarkirin. Em hemû tên guhdarkirin. Ji sedî 95'ê guhdarkirinê agahiya dozgeran jê tuneye û li dijî zagonane."

Parlamenterê BDP'ê yê Şirnexê Hasip Kaplan di derbarê xebatên Komîsyona Lêkolîn û Guhdariya Dijzagonî ku di nava civakê de wekî "Guhdariya kêzikê" tê zanîn li meclîsê civîna çapemeniyê pêk anî. Kaplan diyar kir ku, di rêziknameya navîn de cihê guhdariyê tuneye û wiha got: "Me wekî BDP'ê ku hemû gele me eleqedere xwest vê mijarê ji çapemeniyê re vekiri parve bikin. Me di derbarê vê mijarê de şert û fikara xwe anî ziman. Komîsyon di nava xebatên 2 rojan de gihişt encamek pir balkêş. Bêyî agahiya dadger û dozger hebin guhdarkirin tê kirin. Guhdarkirin li ser biryara walî, fermandarê cendirmeyan û midûrê polîsan tê kirin. Piştî guhdarkirinê jê tê birin ya na ev nayê venêrtin. Ne pêkane jî. Ji sedî 95'ê guhdariyê bêyî agahiya dozger guhdarî tê kirin. Ji sedî 80'ê guhdarkirin bi înîsiyatifa rêveberiyê û ji sedî 20 jî bi înîsiyatifa serwîsên biyanî ve pêk tê. Ji ber guhdariyên bê zagonî niha 8 parlamenterên me girtî ne. Ji ber vê yekê divê Serokê Meclisê û parlemento li ewlehiya endamê xwe bifikire û tedîran bigire. Niha em hemû tên guhdarkirin.

Kaplan da zanîn ku, ji roja dest bi parêzeriyê kiriye heta niha tê guhdarkirin û guhdariya tê kirin li dervey zagonane."