Kanî Beko: Destên li karkeran rabûn dê bişikên
Kanî Beko: Destên li karkeran rabûn dê bişikên
Kanî Beko: Destên li karkeran rabûn dê bişikên
Serokê giştî DÎSK’ê Kanî Beko terora polîsan a li dijî karkerên ku xwestin bikevin Taksîmê şermezar kir û got: “Kesên têkoşîn mafê mirovan û demokrasiyê dan ev zext û teror heq nekirin. Ev mirovên vî welatî ne… destên li van mirovan rabûn dê bişikên..
Serokê giştî yê DÎSK’ê Kanî Beko, bertek nîşanê êrîşên polîsan li hemberî karkerên xwestin bikevin qada Taksîmê da û ev êrîş wek terorê bi nav kir û şermezar kir.
Beko wiha pê de çû: “bombeyên gazê avêtin karkerên me. hinek hevalên me birîndar bûn. Me hinek hevalên xwe nekaribû bibira nexweşxaneyê. Ji ber ku hemû rê girtibûn. Ambulans jî nekaribûn bikevin qadê.
Me bi dehan carî got. Me got em naxwazin tiştên li Taksîmê hatibûn jiyîn bê dubarekirin. Lê îro karker hemû rastî êrîşên hovane hatin. Li tirkiyeyê kesên têkoşîna mafan û demokrasiyê dan ev heq nekirin. Ev teror heq nekirin. Ev mirovîn vî welatî ne. destên li van gelan rabûn bila bişikên.”