Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Kameremanê televîzyona dewletê ya Sûriyeyê hate kuştin

Kameremanê televîzyona dewletê ya Sûriyeyê hate kuştin

Kameremanek yê televîzyona dewletê ya Sûriyeyê di êrîşek çekdarî ya li Şamê hate kuştin.

Televîzyona dewletê ragihand ku, kameremanê binavê Heyder El Sûmûdî li ber deriyê mala xwe ya li taxa Kafar Suse ya Şamê ji aliyê “komek terrorist ya çekdar” ve hate kuştin.

Ajansa nûçeyan ya fermî Sana ragihand ku, kamereman El Sûmûdî roja Înê dema ku ji mal diçû karê xwe rastî êrîşek çekdarî hatiye.

Li gorî bîlançoya sala 2012’an ya Rêxistina Rojnamevanên Sînor Nenas (RSF), di nava vê salê de 80 rojnamevan hatine kuştin, 879 rojnamevan hatine girtin/binaçvkirin, 1993 rojnamevan rastî êrîşê hatine yan jî gef lê xwarine. 38 rojnamevan hatine revandin, 73 rojnamevan ji welatên xwe revîne, 6 xebatkarên çapemeniyê hatine kuştin, 47 net-hemwelatî û rojnamevanên înternetê hatine kuştin, 144 blogvan yan jî hemwelatiyên înternetê hatine girtin.

Li gorî RSF’ê ku Sûriyeyê weke “goristana aktorên agahiyê” binav dike, li vî welatî di sala 2012’an de herî kêm 17 rojnamevan, 44 rojnamevanên înternetê û 4 xebatkarên çapemeniyê hatine kuştin. Li gel vê kuştina dawî jî, hêjmara rojnamevanên jiyana xwe ji dest dayîn giha 18’an.

Weke din li Sûriyeyê du rojnamevanên biyanî jî winda bûn. Beşar Fehmî El Kadûmî yê hemwelatiyê Filistîn-Urdunê ku di televîzyona El Hurra ya bizimanê Erebî weşanê dike û ji aliyê Amerîkayiyan ve tê finanse kirin, 20’ê Tebaxê li Helebê winda bû. rojnamevanê serbest yê Amerîkayî Austis Tice jî 13’ê Tebaxê li banliyonek ya Şamê winda bû.

Rojnamevanekî din jî yê ji rojnameya Teşrîn ya hikumetê re dişixulî 4’ê Kanûnê li başûrê Şamê hate kuştin, beriya du hefteyan jî nûçegihanek yê televîzyona fermî li taxa Tadamûn ji aliyê komên çekdar ve hate revandin û kuştin. Komên çekdar nûçegihan bi endamtiya Şebîha ya hêzên milîs yên alîgirê rejimê tewanbarkiribû.