Kalkan: Yên li agirbestê digerin bila bi projeyên çareseriyê ve bên

Kalkan: Yên li agirbestê digerin bila bi projeyên çareseriyê ve bên

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Dûran Kalkan diyar kir ku her çendî civak êdî ji bo çareseriyê amade ye, lê çareseriya bi desthilatiya AKP’ê û muxalefeta CHP û MHP’ê re pir zor e. Kaklan ji bo agirbestê jî got: “Yên ku li agibestê digerin, divê li gel çareseriya demokratîk û siyasî, bi projeyên çareseriyê ve bên.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê hevpeyvînek da bernameya Sêla Sor a bi pêşkêşvaniya Cahît Mervan a ku di Stêrk TV de tê weşandin û nîqaşên li ser şandeya ku dê biçe Îmraliyê, projeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a çareseriyê û agirbesteke muhtemel nirxand.

DIVÊ ENCAMÊN LÊPIRSÎNA KOMKUJIYA PARÎSÊ BÊ AŞKEREKIRIN

Kalkan derbarê hevdîtinên li Îmraliyê de wiha got: “Niha hevdîtinên li Îmraliyê bi nîqaşên ku hene hatin tevlîhevkirin. Li vê derê bûyera qetilkirina sê şoreşgerên Kurd ên li Parîsê heye. Rêber Apo di hevdîtina bi birayê xwe re ev yek nirxand.  Diyar kir ku hêzên di komploya navneteweyî de cih girtine, li pişt vê bûyerê ne” û xwest ku encamên lêpirsînê were aşkerekirin.

NÊZÎKATIYA AKP’Ê BI FIKAR Û GUMAN E

Kalkan bal kişand ser nîqaşên li ser heyeta ku dê biçe Îmraliyê û diyar kir ku helwesta BDP’ê di cih de bû û xwest rol werbigire û got: “Lê gava AKP’ê vê yekê dît, hewl da ku rêya BDP’ê bigire. AKP dixwaze hemû lêgerînên ji bo hevdîtin û çareseriyê bike malê xwe” û diyar kir ku ev nêzîkatiya AKP’ê nêzîkatiyeke bi fikar û guman e.

 ÊDÎ CIVAK BI RASTÎ JÎ ÇARESERIYÊ DIXWAZE

Dûran Kalkan bal kişand ku bi rastî jî ji civak çareseriyê dixwaze û diyar kir ev daxwaza çareseriya pirsgirêka kurd ne tenê ji aliyê Kurdan tenê ve tê kirin, di heman dmeê de ji aliyê aliyê Tirkan ve jî tê kirin û got: “Rewşenbîr, nivîskar, bi rêjeyeke mezin alîgirên çareseriyê ne.”

AKP NE XWEDÎ NÊZÎKATIYA ÇARESERIYÊ YE

Kalkan got: “Lê niha bi van nêzîkatiyên xwe ve AKP ne xwedî nêzîkatiya çareseriya pirsgirêka Kurd e. Ya rast, hîna jî ne di wê rewşê de ye ku pirsgirêka Kurd qebûl bike. Ji qebûlkirina hebûna Kurd, rastiya gelê Kurd, milletê Kurd pir dûr e. Ger tu ji qebûlkirina hebûnekê dûr bî, tu niharî bi rastî wê pirsgirêkê binasî.  Ji ber wê jî dibêjin em ê bi tundiyê û bi çekan çareser bikin.”

JI ALIYÊ KURDAN VE TU KÊMASIYEK TUNE

Kalkan got: “PKK ne pirsgirêk e, PKK hêza çareseriya pirsgirêk ye. Bi hewldana çareserkirina PKK’ê pirsgirêka Kurd çareser nabe, pirsgirêkên Tirkiyeê çareser nabe, demokrasî nayê Tirkiyeyê.” Kalkan da zanîn ku aliyê Kurdan ji bo çareseriyê amade ye û di vî warî de tu kêmasiyek tune, lê peyam da ku aliyên hember ji ne amade ye.

Kalkan wiha domand: “Ji ber vê jî di aliyê Rêber Apo de, aliyê PKK û gelê Kurd de tu kêmasiyek tune ye. Lê AKP ne heman xwedî rewşê ye. AKP ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ne xwedî nêzîkatiyeke çareserker e. Baweriyê nade. Lê em nizanin dê çawa nêzî projeya çareseriyê ya Rêber Apo bibin.”

Dûran Kalkan wiha axivî: “Weke tê zanîn berê gelek proje hatin pêşkêşkirin. Rêber Apo 15’ê Tebaxa 2009 nexşerêya çareseriyê pêşkêş kir.  Dîsa sala 2011 porotokolên çareseriyê pêşkêşê kir, gotin em muzakere bikin. AKP vana hemû ji nedîtî ve hat û red kir. Pêvajoya pevçûnan pêş xist. Niha di rewşeke zortir de ye. Zextên civakê jî ji bo çareseriyê ne. Lê zîhniyet û polîtîkayên AKP’ê ji bo çareseriyê ne amade ne.”

Kalkan ku da zanîn ku wan projeya çareseriyê ya Ocalan nedîtine û got: “Me nedîtiye, ji ber wê jî em nikarin ji bo naveroka wê tiştek bêjin. Lê em nêrînên Rêber Apo dizanin. Em nêrînên gelê Kurd dizanin. Ka çi daxwaz dikin, niyeta wan çi ye, çareseriyeke çawa dixwazin aşkere ye.”

YÊN KU LI AGIRBESTÊ DIGERIN BILA BI PROJEYAN VE BÊN

Dûran Kalkan diyar kir ku her çendî civak êdî ji bo çareseriyê amade ye, lê çareseriya bi desthilatiya AKP’ê û muxalefeta CHP û MHP’ê re pir zor e. Kaklan ji bo agirbestê jî got: “Yên ku li agibestê digerin, divê li gel çareseriya demokratîk û siyasî, bi projeyên çareseriyê ve bên” û wiha domand: “Gava ku Rêber Apo ji bo vê yekê amade bû, dê ji çapemeniyê re rabigihîne. Rêber Apo destnîşan kir ku dibe pêvajoyeke wiha pêş bikeve. Biryardî û helwesta xwe bi awayeke aşkere bi raya giştî re parve kir. Lê ev yek bi awayeke yek alî nabe. Tenê bi aliyê Kurdan nabe, ev yek girêdayî helwesta aliyê din e. Ji ber vê jî tişta ku vê yekê diary bike helwesta AKP û partiyên din e.”